Kurd û dostên xwe li Brukselê li dijî tecrîd û dagirkeriyê rabûn

Li paytexta Belçîka Brûkselê di çarçoveya pêngava TJK-E ya bi sirûda ‘Li dijî dagikerî û qirkirin, her der Zapî Avaşîn û Metîna ye. Dem dema azadiyê ye’ çalakiyek hate kirin.

Kurdistanî û Tirkiyeyiyên li Ewropa dijîn, ji bo protestokirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, daxwaza azadiya fîzîkî û protestokirina êrîşên dagirkeriyê yên li Başûrê Kurdistanê çalakî kirin.

Li ser banga Tevgera Jinên Kurd ên Ewropa (TJK-E) li gelek bajarên Ewropayê çalakî tên kirin.

Yek ji navendên çalakî lê hate kirin paytexta Belçîka Brûksel e. Çalakiya ku YJK-BE organîzek ir Kurdistanî û dostên xwe tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên dagirkeriyê yên li ser Metîna, Avaşîn û Zapê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê protesto kirin.

Piştî daxuyaniya bi zimanê Fransî hate xwendin û şûnde çalakî bi dirûşman bi dawî bû.