Kurd û dostên wan li ber NY li dijî dagirkerî û xiyanetê
Kurdistanî û dostên wan êrîşên dagirkeriyê, îxanet û bêdengiya Ewropayê li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî ya li Cenevreyê protesto dikin.
Kurdistanî û dostên wan êrîşên dagirkeriyê, îxanet û bêdengiya Ewropayê li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî ya li Cenevreyê protesto dikin.
Kurdistaniyên li Swîsreyê dijîn, piştî ku derket dewleta Tirk a dagirker di çarçoveya konsepta dagirkeriyê ya ku li ser Kurdistanê bi hedefgirtina Herêmên Parastinê yên Medyayê daye destpêkirin de gaza jehrê bi kar tîne, bi rojane ku xwedî li têkoşîna gerîla derdikeve.
Di vê çarçoveyê de îro li ber Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Cenevreyê dest bi çalakiya rûniştinê ya 3 rojan hate kirin.
Kurdistaniyên ku di saetên serê sibê de ji dehan bajaran hatin, bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) konê berxwedanê vekir. Li vir bang li Neteweyên Yekbûyî kirin û gotin, "Berpirsiyarê rasteqîn ê vê konsepta êrîş û qetlîamê hûn in."
Dema gel hat qadê daxuyaniyek hat dayin û Kurdistaniyan dest bi çalakiya rûniştinê kir.
'NY Û DEWLETÊN EWROPAYÊ JÎ BERPIRSYAR IN'
Li ser navê YJK-S’ê Fîdan Guler ku beriya çalakiya rûniştinê axivî, diyar kir ku ji 17’ê Nîsanê û vir ve konsepteke qetlîamê ya bi rêveberî û hevkariya dewleta Tirk a dagirker û PDK’ê hatiye destpêkirin û got, “Em îro Neteweyên Yekbûyî û dewletên Ewropayê ku li hemberî vê konsepta qetlîamê ya ku li ber çavên hemû cîhanê pêk tê, berpirsyarê sereke yê komkujiyê ne hişyar dikin. Hevkariya xwe ya bi hêzên kujer û xayîn re bi dawî bikin. Ev dewlet û saziyên ku xwe wek parêzvanên mafên mirovan dibînin, bi dabînkirina her cure derfetên malî û çekên dijmirovahî, qetlîama gelê Kurd erê kirine û rê li ber qetlîamê vekirine. Di serî de jin, em Kurd û dostên wan em ê teşhîrkirina van hêzên kujer bidomînin."
Endama Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) Zozan Serhat jî axaftinek kir û wiha got: “Hemû cîhan girtina çav, guh û devê xwe didomîne. Êrîşên nemirovane li ser axa Kurdan, li ser jiyana Kurdan, li hewa, xweza û heywanên Kurdan tên kirin. Li dijî van dewletên ku alîkariyê didin dewleta Tirk a ku hewl dide gelê Kurd bi tevahî tine bike, em ê têkoşîna xwe bidomînin. Di vê wateyê de weke jinên Kurd em bi dirûşmeya 'Ji Bo Welat' dest bi çalakiya rûniştinê dikin.”
'EM Ê HER CIHÎ BIKIN QADA BERXWEDANÊ'
Li ser navê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a li Ewropayê (KCDK-E) Mehmet Alî Hoca jî axivî.
Hoca ragihand; “Bi hevkariya zîhniyeta faşîst û hêzên xayîn, weke plana ji holê rakirina hemû destkeftiyên gelê Kurd, ji 17’ê Nîsanê û vir ve konsepta komkujiya dijmirovahî xistin meriyetê. Mînaka vê ya dawî jî bikaranîna çekên kîmyewî bû. Gelê ku ev sed sal in di bin gefa qetlîamê de rastê êrîşan tê, mînaka herî baş a berxwedanê nîşan daye û her tim li hemberî hêzên qetlîamker bi ser ketiye. Divê gumana van dewletan tune be, em ê li ser vê bingehê berxwedana xwe bidomînin û têkoşînê bi serketinê tacîdar bikin.
Bi piştgiriya NATO û dewletên navneteweyî, dewleta faşîst û hevkarên wê yên xayîn, bombekirina bajar, çiya û gundên Kurdistanê didomînin.Weke gelê Kurd her cihê ku em lê bin, îro ji bo me qada berxwedanê ye. Li hemberî êrişên li ser Kurd, serpêhatiya Kurdan, dîrok û xwezaya wê, wê têkoşîna gelên berxwedêr a Rêber Apo û gerîla bi ser bikeve."
Piştî mîtînga ku ji aliyê Hêzên Tekoşer ên Yekbûyî û rêxistinên jinan ên enternasyonalîst ve hat destekkirin, gel bi dirûşmeyên “Dem dema azadiyê” dest bi çalakiya rûniştinê kirin.”
Piştî mîtînga ku Hêzên Tekoşer ên Yekbûyî û rêxistinên jinan ên enternasyonalîst piştgiriya wê kirin, gel bi berzkirina dirûşmeyên “Dem dema azadiyê” dest bi çalakiya rûniştinê kirin.