Kurd û dostên wan ên Îtalyayî li Pîsayê meşiyan

Kurdistanî û dostên wan ên Îtalyayî ku li bajarê dîroka Pîsa li dijî sûcên şer ên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk meşiyan.

Êrîşa bi çekên kîmyewî ya dewleta Tirk a li dijî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê, ji aliyê Kurdistanî û dostên wan ên Îtalyayî ve li bajarê dîrokî Pîsa yê Îtalyayê hat protestokirin. Girse, li ber Şaredariya Pîsayê hatin ba hev. Di daxuyaniya li ser navê Komîteya Kurd a Toskanayê hat dayîn de, dat diyarkirin ku bi salan e êrîşê gelê Kurd û hêzên gerîla tê kirin.

Hat gotin ku tevî bi muayene, dîmen û vîdyoyan hatiye îspatkirin kirin ku çekên kîmyewî yên hemû li cîhanê qedexekirî, li dijî gerîla hatine bikaranîn, cîhan û Ewropa dengê xwe jê re nakin destnîşankirin ku heta bedelê sûcê şer bi dewleta Tirk bidin dayîn, Kurd gav bi paş de naavêjin; ew ê li kuçe û kolanan, li bajarên mezin, li hemû welatên Ewropayê, li lidarxistina çalakiyan dewam bikin.

Meş, ji ber avahiya şaredariyê dest pê kir û heta ber avahiya walîtiyê dewam kir. Çalakî, bi berzkirina dirûşmên “Jin jiyan azadî“, “Bijî Serok Apo“, “Jin jiyan azadî“ û “Erdoganê dîktator“ bi dawî bû.