Kurd û dostên wan, banga rabûna bi erka xwe li OPCW’ê kir

Kurd û dostên wan ku li bajarê Den Haag ê Hollandayê hatin ba hev, bang li OPCW’ê kir ku li dijî êrîşên kîmyewî yên dewleta Tirk xwe ker neke û bi erka xwe rabe.

Kurd û dostên wan ku ji welatên cuda yên Ewropayê hatin Den Haagê, li ber Rêxistina Girtina Ber li Çekên Çîmyewî (OPCW) hatin ba hev û bêdengiya OPCW’ê ya li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî protesto kirin.

KARTAL BANGA RABÛNA BI ERKA XWE LI OPCW’Ê KIR

Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal, bertek nîşanê bêdengiya li dijî bikaranîna çekên kîmyewî da û got: “Her kes ker û bê zar û ziman e.“ Kartal bi bîr xist ku ji ber Şebnem Korûr Fîncanci bi erka xwe rabûye û daxwaza lêpirsînê di der barê gazên kîmyewî de kiriye, hatiye girtin û diyar kir ku ji bo rawestandina medyaya Kurd jî rojnamevan girtine.

Di berdewama axaftina xwe de Kartal ev pirs kir: “Heke hûn çekên kîmyewî naînin, çima digirin?“ Kartal, bertek nîşanê bêdengiya OPCW’ê jî kir û got ku nêzîkê sê meh in Xoşnav Ata, ji bo edaletê li ber OPCW’ê nobetê digire lê kes ji bo wê tiştekî nabêje. Kartal, bang li OPCW’ê kir û got: “Nabe ku hûn dengê xwe ji qetilkirina Kurdan û bikaranîna gazên kîmyewî  ji aliyê Tirk ve nekin, ev erka we ye.“ Kartal bi domdarî ev pirs kir: “Qey ku dewleta Kurdan nîn e hûn ê van qetlîaman qebûl bikin?“

Kartal îşaret pê kir ku ew ê heta bi hetayê li têkoşînê dewam bikin û ji OPCW’ê xwest ku ji bo vekolînê bike şandeyekê bişîne qadên gerîla.

HUNT: KARÊ XWE BIKIN!

Rojnamevan John Hunt ê ji Komîteya Îngilistanê ya li dijî çekên kîmyewî, anî ziman ku wan peyamek ji bo OPCW’ê û hemû saziyên navneteweyî yên bi mijarê re mijûl in re şandine û wiha got: “Ev e peyama me; Karê xwe bikin!“ Hûnt destnîşan kir ku delîlên wan ên ku dewleta Tirk çekên kîmyewî bi kar anîne hene û bertek nîşanî PDK’ê da ku nahêle şande biçin vekolînê bikin.

Hûnt destnîşan kir ku tişta dewleta Tirk li Kurdan dike terorîzm e û got: “Bi komên terorîst ên wek DAÎŞ û El Qaîde re dirêjê Kurdan dike. Tevgera azadiyê ya Kurd, li dijî terorîzmê ye, tevgereke aştîxwaz û berxwedêr e.“

Rojnamevan Hûnt got ku ji bo qetlîamên li dijî Kurdan biqedin, yên çekên kîmyewî bi kar tînin divê hesab bidin.

XOŞNAV ATA: EM BIRYARDAR IN

Xoşnav Ata yê sê meh in li ber OPCW’ê çalakiyê dike, da xuyakirin ku tu bersiv ji bo daxwazên wî nehatine dayîn û got ku ew di dewamkirina li çalakiya xwe de bi biryar e. Ata bang li gel kir ku li ber êrîşan rabibe.

KNK: JI BÊDENGIYA WE CESARETÊ DIGIRE

Hevserokê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Ahmet Karamûs diyar kir ku dewleta Tirk li dijî gelê Kurd çekên kîmyewî û biyolojîk ku di peymanên navneteweyî de, hatiye qedexekirin bi kar tîne û got: “Dewleta Tirk ji bêdengiya cîhanê cesaretê digire.”

Karamûs bang li civaka navneteweyî kir ku berpirsyariya xwe bi cih bîne û wiha got: “Em li ser navê gelê Kurd bang li OPCW, YE, NY, WHO û NATO’yê dikin ku xwedî peywir û berpirsyariyên xwe derbikevin.”

JI ADGB’Ê ARSLAN: WÊ BI SERNEKEVIN

Li ser navê ADGB’ê Serpîl Arslan diyar kir ku dewleta Tirk çekên kîmyewî yên li dijî mirovahiyê sûc e, bi kar tîne û got: “Ji ber ku di nava bêçaretiyek mezin de ye û tengav bûye.” Serpîl Arslan destnîşan kir ku çawa ku Hîtler bi çekên kîmyewî bi serneket, wê rejîma Erdogan jî li dijî şoreşgeran bi çekên kîmyewî bi sernekeve.

PJAK: GELÊ KURD LI SER PÊYAN E

Hevserokê PJAK’ê Siyamend Moînî ragihand ku dewleta Tirk û Îran li dijî gelê Kurd, di nava hevkariyê de ne û komkujiyan pêk tînin û got: “Wê bi tu awayî sernekevin. Ji bêdengiya Ewropa cesaret digire. Divê hemû dagirker û mêtinger bizanin ku gelê Kurd li ser pêyan e û ber bi serkeftinê ve dimeşe.”

RÊVEBERIYA XWESER: ÊDÎ BES E!

Li ser navê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û partiyên Rojava Abdûlkerîm Omer ji bêdengiya li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî re got, “êdî bes e” û wiha pêde çû: “Ev bêdengî tê wê wateyê ku we qebûl kiriye. Tê wateya ku hûn di êrîşên bi çekên kîmyewî û komkujiyan a li dijî gelê Kurd de, hevkar in.

Omer îşaret pê kir ku dewleta Tirk bi nêzbûna salvegera 100’emîn a Lozanê, dixwaze car din gelê Kurd di qirkirinê de derbas bike.