Kurd li Swîsreyê daketin qadan: Em ê Rojava biparêzin

Kurdistaniyan diyar kirin ku li dijî êrîşên dewleta Tirk ew ê bi dil û can Rojava biparêzin.

Li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ku herî dawî 20'ê Hezîranê li Qamişloyê Hevseroka Kantona Qamişloyê Yûsra Derwêş, alîkara wê Leyman Şiwêş û Firat Tûma hatin qetilkirin, li Swîsreyê xwepêşandan hatin lidarxistin.

Kurdistanî tevî dostên xwe li bajarên Lozan, Basel, Cenevre, Solothûrn û Wîntherthûrê yên Swîsreyê meş û mîtîng lidar xistin û diyar kirin ku ew ê Rojava biparêzin.

Her wiha bang li alîgirên mirovahiyê kirin ku xwedî li Rojava derkevin.

Çalakî bi banga Civaka Demokratîk a Kurd a Demokratîk li Swîsreyê (CDK-S) û Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) hatin lidarxistin.

CENEVRE


WÎNTHERTHÛR


LOZAN


BASEL


SOLOTHÛRN