Kurd li seranserî Ewropayê daketin qadan

Li gelek welatên Ewropayê Kurd bi boneya 1’ê Gulanê daketin qadan û bal kişandin li ser êrîşên dagirkirinê û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Di çalakiyan de li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî banga hestyarê hat kirin.

Li seranserî welatên Ewropayê Kurd bi boneya 1’ê Gulanê daketin qadan. Kurdan di çalakiyan de bal kişand li ser êrîşên dagikirinê yên li ser axa Kurdistanê, polîtîkayên tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Her wiha Kurdan di çalakiyan de li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî banga hestyariyê li raya giştî kir.

FRANKFÛRT

Li bajarê Frankfûrt yê Elmanyayê bi boneya 1’ê Gulanê meş hate lidarxistin. Meş bi pêşengiya sendîkayan li bajarê Frankfûrtê hate lidarxistin. Di meşê de bertek nîşanê bihabûn, xizanî, newekhevî û firotina çekan a dewleta Elmanyayê hat dayîn.

Di çalakiyê de li dijî êrîşên dagirkirinê yên dewleta Tikr berxwedana gerîla hat silavkirin û dirûşme hatin berzkirin. Berdevkê Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Frankfûrtê got ku dewleta Tirk, Kurdistanê bombebaran dike, çekên kîmyewî bi kar tîne û dewleta Elmanya jî bi firotina çekên xwe tevlî şer dibe.

MANNHEIM

Li bajarê Mannheimêyê jî Kurd jî bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk tevlÎ meşa 1‘ê Gulanê bûn. Bi dehan Kurd tevlî meşê bûn. Di meşê de alên Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) hatin hilgirtin.

Di meşê de ji bo derxistina PKK’ê ji lîsta ‘’rêxistinên terorîst’’ gelek îmze hatin berhevkirin. Êrîşên dagirkirinê yên dewleta Tirk û hevkariya PDK’ê hatin protestokirin. Di çalakiya 1‘ê Gulanê de banga tevlêbûna meşa li dijî dagirkeriyê ya 14‘ê Gulanê were lidarxistin hat kirin.

HELSÎNKÎ

Li paytexta Fînlandiya Helsînkiyê jî rêxistinên çep meş li dar xist. Endamên Navenda Civaka Kurd a Demokratîk jî tevlî meşê bûn. Mijara sereke ya meşa 1‘ê Gulanê ya îsal ‘’Na ji NATO’yê re’’ bû. Hikûmeta Fînlandiyayê, piştî şerê Ûkraynayê hewil dide ku bibe endama NATO’yê. Kurdên bi alên alên PKK’ê tevlî çalakiyê bûn, ji bo derxistina PKK’ê ji lîsta ‘’rêxistinên terorîst’’ îmze kom kirin.

ST. GALLEN

1‘ê Gulanê li Kantona St. Gallen a Swîsreyê hat pîrozkirin. Komeleya Çandê ya Kurd jî tevlî pîrozbahiyê bû. Kurdan, bi taybetî bal kişand bi ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker.