Kurd li dijî bikaranîna çekên kîmyewî li ber avahiya NY’ê ne

Kurdistaniyan li ber avahiya NY’ê ya li Cenevreyê êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk û bêdengiya saziyên navneteweyî protesto kirin.

Kurdistaniyan bi destpêkirina çalakiya rûniştinê ya li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) a li bajarê Cenevre ya Swîsreyê, banga “Bikeve nava liv û tevgerê” li NY’ê kir.

Kurdistaniyên ku bi pêşengiya Konseya Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (CDK-S) û Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) li ber avahiya NY’ê hatin ba hev, ji bo bibîranîna gerîlayên ku di êrîşên bi çekên kîmyewî de şehîd bûn, deqeyek rêz girtin. Çalakgeran ji bo teşhîrkirina êrîşên bi çekên kîmyewî, cilên spî li xwe kirin û maskeyên gazê da ber rûyê xwe. Di çalakiyê de wêneyên 17 gerîlayên ku di êrîşên bi çekên kîmyewî de şehîd bûn û pankarta ku komkujiyê teşhîr dike, hildan.

‘KÊ/KÎ ÇAVÊ XWE BIGIRE, HEVKARÊ VÊ SÛCÎ YE’

Piştî deqeyek rêzgirtinê Hevseroka CDK’ê ya Cenevreyê di çalakiyê de axivî û got: “Em îro li hemberî NY’ê, car din kesên ku dengê xwe ji gazên kîmyewî re dernaxînin û li dijî sûcên şer ên dewleta Tirk çavê xwe digirin, hişyar dikin. Tevî ku bikaranîna çekên kîmyewî qedexe ye, dewleta Tirk a ku van çekan bi kar tîne, sînorê sûcê xwe yê dermirovî derbas kiriye û em daxwaz dikin ku demildest OPCW lêkolînên pêwîst bike û ji bo bikaranîna çekên kîmyewî, tişta pêwîst pêk bîne. Kê/kî çavê xwe li ber vî sûcî bigire, hevkarê vî sûcî ye. Heta ku daxwazên tên bicihanîn, wê berxwedana me dewam bike û heta ku Rêbertiya me digihe azadiya xwe ya fîzîkî, em ê nerawestin. Ji xiyaneta malbata Barzan û PDK’ê re êdî bes e. Hevkariya dewleta Tirk nekin, demildest dev ji vê xeta xiyanetê berdin.”

Hevserokê din ê CDK’ê ya Cenevreyê Erdal Atasoy jî axivî û wiha pêde çû: “Dibêjin ku PKK pirsgirêk e, lê dema ku komkujiya Dersimê pêk hatî, PKK nebû. Dema komkujiya Zîlan, PKK nebû. Kurd hebûn. Ew bi xwe dibêjin ‘Kurd ji bo me pirsgirêk in’. Em jinên Kurd qet serî natewînin, heta ku em digihîjin azadiyê wê qet dev ji têkoşînê bernedin. Em dîsa dibêjin, em tiştek ji NY’ê naxwazin, tenê xwedî li biryara ku we dayî derbikevin û cezayê pêwîst bidin kesên ku çekên qedexekirî bi kartînin. Îro li vir canê me dişewite û eger hûn ji van çekên kîmyewî re nebêjin bes e, em ê her tim li vir bin û li berxwe bidin.”

Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî berxwedana gerîla”, “Bijî PKK” û “Jin jiyan azadî” dewam kir û Ramazan Baytar li ser navê Komîsyona Têkîliyên Derve ya CDK a Cenevreyê, metna daxuyaniyê ya bi Fransî xwend.

Piştî xwendina metna bi Fransî, çalakiya rûniştinê dewam kir.

Di çalakiyê de banga tevlêbûnê ji bo çalakiya rûniştinê ya ku wê sibe û roja Înê û meşa ku wê roja Şemiyê bê lidarxistin, hat kirin.

ŞANDEYÊN KURD HEVDÎTINAN PÊK TÎNIN

Siyasetmedara Kurd Asmîn Engîn li ser navê Konseya Demokratîk a Swîsreyê li ser navê Komseya Kurd a Demokratîk a Swîsreyê qala hevdîtinên xwe yên bi partiyê siyasî yên Swîsreyê, rêxistinên civakî yên sivîl û saziyên weşanê yên çapemeniyê re û yên têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî kir û pirsên me bersivand.

Asmîn wiha got: “Li Herêmên Parastinê yên Medyayê gerîlayên HPG û YJA Starê tên hedefgirtin û piştî eşkerebûna bikaranîna çekên kîmyewî û bi jehr, me wek Kurdistanî bertekên xwe raber kirin û em daketin qadan. Di dîmenên hatin weşandin de bi awayek eşkere diyar dibe ku çekên kîmyewî tên bikaranîn û divê bi berçavgirtina daxuyaniyên şandeyên ku çûne herêmê, di serî de OPCW em bang li saziyên rayedar dikin ku demildes bikevin nava liv û tevgerê.

Em di vê çarçoveyê de em hevdîtinên xwe yên bi parlamenter, saziyên çapemenî-weşanê û saziyên civaka sivîl ên ji Parlamentoya Federal a Swîsreyê re, didomînin. Îro jî em li ber avahiya NY’ê ne û me dest bi çalakiya rûniştinê ya sê rojî kiriye.”