Kurd jî tevlî çalakiya piştevaniya alternatîf dibin
Li bajarê Wûppertal a Elmanyayê bi armanca wê pêvajoya şewba vîrûsa korona ‘wê bi pêştevaniyê bê derbaskirin’ çalakiyek tê kirin. Kurd jî cihê xwe di çalakiyê de digirin.
Li bajarê Wûppertal a Elmanyayê bi armanca wê pêvajoya şewba vîrûsa korona ‘wê bi pêştevaniyê bê derbaskirin’ çalakiyek tê kirin. Kurd jî cihê xwe di çalakiyê de digirin.
Çalakiya ku bi sernava ‘Pêvajoya pandemiyê wê bi piştevaniyê bê derbaskirin’ wê roja Şemiyê bê kirin.
Çalakiya ku ji 16 organîzatoran ku bi pêşengtiya komîteyekê pêk tê, deng û piştevaniyeke altarnatîf dike hedef.
Meclîsa Jinan a Şehîd Viyan Soran jî cihê xwe di çalakiyê de digire.
Wê di çalakiya saet 13:00’an li Laûrentîûs Platzê bê kirin balê bikişînin ser polîtîkayên qirker ên dewleta Tirk a li ser gelê Kurd. Her wiha di çarçoveya kampanya îmzeyan a ‘Ji Abdullah Ocalan re Azadî’ îmze bên komkirin û ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bidin nasîn.”
Navê rêxistinên tevlî çalakiyê dibin: Osterholzbleibt, Laperra alegra, Mampferando, Zerocovid, Schmitz Katze, Studierenden Kolektiv, Fortschrott, Tacheles e.v, Kmii wupertal, Seebrücke, Basis İnitiative Solidaritat, Viyan Kurdischeier Frauenverein