Kudistaniyên li Elmanyayê ji bo Şengalê daketin qadan

Li gelek bajarên Elmanyayê bi çalakî û xwepêşandanan êrîşên hêzên girêdayî Hikûmeta Kazimî yên li ser Şengalê hat şermezarkirin.

Li ser banga “Ji bo Şengalê çalakiyên lezgînî” ya ji hêla Kongreya Civaka Demokratîk a Ewropayê (KCDK-E) û Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê hate kirin, Kurdistaniyên li Elmanyayê dijîn li gelek bajaran çalakî lidar xistin.

BERLÎN

Êrîşa Hikûmeta Iraqê ya bi hevkariya PDK û dewleta Tirk li hemberî Şengalê pêk hat li ber Balyozxaneya Iraqê ya Berlînê çalakî hate lidarxistin.

Kurdistanî û dostên wê li ser banga “Şengal ne bi tenê ye” ya ji hêla Nav-Berlîn, Meclîsa Jinan a Dest-Dan û Meclîsa Jinên Êzidî, li ber Balyozxaneya Iraqê ya li Berlînê hatin cem hev. Di çalakiyê de êrîşên li ser Şengalê hat şermezarkirin.

Li ser navê Rêxistina Êzidiyan a Navenda Almanyayê NAV-YEK û Meclîsa Jinên Êzidî daxuyanî hate xwendin. Di daxuyaniyê de banga hestyariyê li civaka navneteweyî hate kirin. Hat daxuyandin ku civaka Êzidî bi fermanê re rû bi rû ne û ji YE, NY û PE hat xwestin ku li hemberî vê fermanê bêdeng nemînin.

Di daxuyaniyê de fermana 2014’an ya ji hêla DAIŞ’ê pêk hatibû hate bibîranîn û wiha hate gotin: “Hikûmeta Iraqê wexta ku DAIŞ di 2014’an de êrîşî Şengalê kir hûn li kuderê bûn? PDK hûn li kuderê bûn? Ma ne dewleta Tirk hevkariya DAIŞ’ê kir? DYA û Koalîsyon jî dema ku DAIŞ êrîş kir tengav bûn. Wê demê tenê PKK û YBŞ’ê civaka Êzidî ji DAIŞ’ê parast.”

Di çalakiyê de bênavber dirûşmên “Bijî berxwedana gerîla”, “Bijî berxwedana YBŞ”, “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana dayikên Şengalê”, “Hoch die Internationale Solidaritat” hatin berzkirin.

BÎELEFELD

Bi pêşengiya Saziya Êzidiyan û Meclîsa Gel a Bîelefeldê çalakî hate lidarxistin. Çalakiya saet di 18.00’an de li ber HBF’ê pêk hat, ji bo şehîdên şoreşê deqeyek rêz hate girtin. 

Di çalakiyê de li ser navê Rêxistina Sîwan a Meclîsa Jinên Êzidî, NAV-YEK, Meclîsa Gel a Bîelefeldê û Jinên Xwendekarên Kurdistanê axaftin hatin kirin. Di axaftinan de bang li jinan û her kesî hat kirin ku Şengalê biparêzin. Hate gotin ku êrîşa li ser Şengalê bi tu awayî nayê qebûlkirin. Her wiha bang li her kesî hate kirin ku bi awayekî xurt beşdarî meşa ku roja şemiyê di 7’ê gulanê de li Bîelefeldê pêk were,bibin.

STUTTGART

Gelê Kurd û dostên wê li ser banga Tevgera Jinên Kurd TJK-E û KCDK-E li navenda bajarê Stuttgartê mîtîng lidar xist. Di mîtîngê de êrîşên hêzên Kazimî yên ji bo dagirkirina Şengalê hate şermezarkirin. Di mîtîngê de belavoka KON-MED'ê hate xwendin. 

Di axaftinan de peymana di 9’ê cotmeha 2021’an de ji hêla PDK, Tirkiye û Iraqê ve ji bo êrîşî ser Rêveberiya Xweser a Şengalê bikin, hate bibîranîn û hat gotin ku bi vê êrîşê tê xwestin ku qirkirina Êzidiyan a ji hêla DAIŞ’ê hatibû destpêkirin bi encam bikin. 

Di mîtîngê de xiyaneta malbata Barzanî jî bi tundî hate şermezarkirin. Mîtîng bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.

SAARBRUCKEN

Bi dehan Kurdistanî li Europa Galerie ya navenda Saarbruckenê hatin cem hev û êrîşên liser Şengalê şermdzar kirin. Di çalakiyê de êrîşa li ser Şengalê ji bo temamkirina planên qirkirinê yên DAIŞ’ê hate nirxandin.  

Çalakî bi berzkirina dirêşmên “Bimre xiyanet”, “Bijî berxwedana Şengalê” bi dawî bû.