Kongreya Sendîkayên Îskoçyayê êrîşên dagikirinê şermezar kir

Kongreya Sendîkayên Îskoçyayê êrîşên dagikirinê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kir.

Pêşnûmeya li ser êrîşa dagirkeriyê ya dewleta Tirk a ji hêla Nûnerê Odeya Bazirganiyê ya Dundee Mike Atnott hatiye amadekirin di Kongreya Sendîkayên Îskoçyayê ve hate qebûlkirin.

Di pêşnûmeyê de êrîşa Tirkiyeyê weke “dagirkirina xaka welatên cîran“ hate pênasekirin. Hate diyarkirin ku ev êrîş xizmeta konsepta “Tirkiyeya Mezin“ ku beşek ji Iraq û Sûriyeyê ji di nava xwe de dihewîne.

Kongreya Sendîkayan, xwest ku di demeke herî kurt de bi PKK'ê re li ser maseya muzakereyê were rûniştin û ji bo pêşxistina çareseriya aştiyane û demokratîk pêvajoya agirbestê bê ragihandin.