KONGRA- GEL: Sala 2024’an wê bibe saleke girîng a têkoşînê
Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA-GEL bi boneya sala nû peyamek weşand û got, "Di sala 2024'an de wê li hemû qadên têkoşînê bi armanca azadiya fîzîkî ya Serok Apo berxwedan bê geşkirin."
Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA-GEL bi boneya sala nû peyamek weşand û got, "Di sala 2024'an de wê li hemû qadên têkoşînê bi armanca azadiya fîzîkî ya Serok Apo berxwedan bê geşkirin."
Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA-GEL bûyerên sala 2023'yan nirxand û banga mezinkirina têkoşînê kir û diyar kir ku sala 2024'an wê bibe sala têkoşînê.
Peyama Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA-GEL wiha ye:
Sala nû di serî de ji bo Rêber Apo, ji bo hemû hevalên me yên ku di girtîgehan de li ber xwe didin, ji bo gerîlayên azadiyê, ji bo gelê me yê li Kurdistanê û derveyî welat dijîn saleke pîroz bibe û hêvî dikin ku bibe boneya pêşketina pergala civakî ya ekolojîk, demokratîk a li ser bingeha azadixwaziya jinê.
Em di şexsê hevalên xwe Rojhat û Erdal de şehîdên xwe yên sala 2023’yan, afirînerên siberoja azad, bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Li ser bingeha azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dubare soza pêkanîna armanca wan didin.
Rêber Apo ev 34 meh in di bin tecrîdeke giran de ye. Ji ber vê yekê em weke Tevgera Azadiyê bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêber Apo wê li her qadê têkoşîna xwe bidomînin
Polîtîkayên şer ên ku ji aliyê AKP-MHP’ê ve tên meşandin, bandoren gelekî xirab li Tirkiyeyê dikin. Vê yekê di nava 2023’yan de zêdetir nîşan da. Li gorî vê yekê krîz û nakokîyên di nava pergala dewletê de wê roj bi roj zêdetir bibin. Lêvebûnên di nava muxalefetê de gavên ewil yên vê yekê ne.
Mezintirîn armanca sala nû ya ku em ê bi geşedanên Têkoşîna Azadiyê yên sala 2023’yan derbas bibin wê li ser esasên rûxandina pergala faşîst û çareseriya pirsgirêka Kurd û bidawîkirina tecrîda Îmraliyê ye.
Peymana Civakî ya ku di sala 2023'yan de ji aliyê şoreşa Rojava ve hate sazkirin, asta konfederalîzma demokratîk û paradîgmaya neteweya demokratîk a Rêber Apo nîşan dide.
Ji ber vê yekê jî wê sala 2024’an ji bo pêşeroja demokratîk a gelê me û gelên herêmê bibe saleke têkoşînê û saleke pir stratejîk û girîng e.
Em hêvî dikin ku wê sala 2024’an ji bo gelê me, gelên herêmê û hemû mirovahiyê bibe sala demokrasî û azadiyê.”