Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA GEL daxuyaniyek weşand û got, "Hikumeta AKP-MHP'ê ya faşîst mêtinger êrîşî Herêma Rêveberiya Xweser a bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike û mirovên sivîl qetil dike. Em van êrîşan û komkujiyan bi tundî şermezar dikin."
'DI ÊRÎŞAN DE SÛCÊ ŞER HATE KIRIN'
Daxuyaniya KONGRA GEL bi vî rengî ye:
"Tevî deverên mîna navendên gaz, petrol, elektrîk, av û nexweşxaneyan her wiha navendên ku ji bo nexweşan gaza oksîjenê hildiberîne bû hedefa êrîşan. Ev yek li gorî hiqûqa şer a navneteweyî sûcekî li dijî mirovahiyê ye, sûcekî şer e. Hêzên ku li hemberî van êrîşên dewleta Tirk bêdeng dimînin hevparê vî sûcî ne.
Nepêkane ku hêzên koalîsyona navneteweyî haya xwe ji van êrîşan tune be. Bêdengî û temaşekirina li êrîşan nayê qebûlkirin. Navê vê yekê şirîkatiya li sûc e. Dewleta Tirk sed sal in piştgiriya ji bo polîtîkaya xwe ya qirkirina Kurdan ji vê polîtîkaya 'Kuştina Kurdan serbest e' ya van hêzan werdigire. Ji ber vê yekê dewleta Tirk bi rengekî bêperwa êrîşî gelê Kurd û destketiyên Kurdan dike.
'DERBEKE GIRAN JI GERÎLA XWARIN'
Lê belê tevî vê piştgiriyê jî rejîma dewleta Tirk a faşîst di polîtîkaya înkar û tunekirinê de ya li dijî gelê Kurd dimeşîne, xitimî ye û têk diçe.
Erdogan ê ku derbeke mezin ji gerîla xwar, li Rojava êrîşî sivîlan dike ku ev yek jî nîşan dide bê desthilatdariya AKP-MHP çiqasî bêçare ye, di nava zor û zehmetiyê de ye. Ev rewş ragihandina nefermî ya têkçûna polîtîkayên înkar û îmhayê ye.
Di vê pêvajoya têkoşînê de ku bi paradîgmaya azadiyê ya Rêber Apo tê meşandin, pêvajoyeke welê ye ku dijminên gelê Kurd winda dikin û dost bi ser dikevin. Hikumeta AKP-MHP'ê ku di dijminatiya li Kurdan de israr dike, winda dike. Sedema ewqas êrîşên giran tirsa ji pêvajoya hilweşînê ye. Lê belê tirs bi kêrî mirinê nayê.
Em bi serketina mezin a gerîla dest bi sala nû dikin. Em vê serketinê pîroz dikin û silav dikin. Gerîla nexşeya rê ya serketinê ya sala 2024'an nîşanî gelê me û dostên me dide.
'EM LI HER DERÊ RABIN SER PIYAN'
'Hevpeymana Civakî' ya ku li Rojava hate qebûlkirin ji bo gelên herêmê bûye hêvî, ji bo mêtingeran jî bûye tirs. Yek ji sedemên êrîşên faşîzmê jî ev e. Li hemberî êrîşên li ser Rojava divê em li her derê li ser piyan bin. Bi dostên xwe divê em bi her awayî xwedî li Rojava derkevin. Bi hemû hêza xwe divê em Şoreşa Rojava biparêzin.
Li her qada ku em lê ne, ji bo li ber faşîzma dewleta Tirk û hêzên li hemberî wê bêdeng dimînin bi xurtî rabin û bibêjin 'Êdî bes e' em bi hev re li qadan bin."