Konferansa li Parlamenta Ewropayê: Tecrîda li Îmraliyê welat tarî dike
Li Parlamenta Ewropayê di konferansê de hate ragihandin ku bêhiqûqiya li Îmraliyê tê kirin li tevahiya welêt belav bûye û hate gotin, "Tecrîd welêt bi temamî dixe nava tarîtiyê."
Li Parlamenta Ewropayê di konferansê de hate ragihandin ku bêhiqûqiya li Îmraliyê tê kirin li tevahiya welêt belav bûye û hate gotin, "Tecrîd welêt bi temamî dixe nava tarîtiyê."
Li Parlamenta Ewropayê ya li bajarê Strasboûrg ê Fransayê bi dirûşma "Li Tirkiyeyê Maf û Azadî: Hiqûq, Girtîgeh û Pirsgirêka Kurd" ji aliyê Yekîtiya Parêzerên Ewropayê ji bo Mafên Mirovan û Demokrasiyê (ELDH) û Komeleya Demokrasî û Hiqûqê ya Navneteweyî ve tê lidarxistin. Partiya Çep û Tifaqa Pêşverû ya Demokrat û Sosyalîstan a li Parlamenta Ewropayê piştgiriya konferansê dikin.
Hevserokê Partiya Çep a li Parlamenta Ewropayê (PE) Martîn Schîrdewan tecrîda li Îmraliyê, helwesta dewletên Ewropayê ya dema hilbijartinê û piştî hilbijartinên li Tirkiyeyê nirxand.
Martîn Schîrdewan got, "Em ê bêdeng nemînin. Em ê durûtiya lîder û dewletên Ewropayê şermezar bikin. Em rewşa li Tirkiyeyê ji nêz ve dişopînin. Em zanin ku biryarên dadgeriyê bi cih nayên anîn. Biryara têkildarî Osman Kavala û Selahattîn Demîrtaş bi cih nayê anîn. Em bûyerên li Tirkiye û Kurdistanê dişopînin. Em piştgiriyê didin têkoşerên li wê derê."
Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Faîk Ozgur Erol, Endamê Desteya Rêveber a ELDH Prof. Loûîs Lemkow ê ji Katalonyayê, ji Projeya Piştevaniya Dozên Mafên Mirovan ên li Tirkiyeyê (TLSP) û ji Zanîngeha Mîddlesex Prof. Phîlîp Leach û endamê Parlamenta Ewropayê Fabîo Massîmo weke qiseker tevlî panela "Li Tirkiyeyê darizandina siyasetê" bûn.
'EWROPA DIVÊ PIŞTGIRIYÊ BIDE DOZA KURDAN'
Endamê Koma Keskan a PE'yê Françoîs Alfonsî got, "Ez ji Korsîkayê me, em jî ji bo mafên xwe têdikoşin. Mîna we Kurdan em jî ji bo mafên xwe têdikoşin. Abdullah Ocalan bi salane tecrîdkirî ye. Destûr ji hevdîtina bi malbatê û parêzeran re nayê dayin. HDP'ê di hilbijartinên dawî de li pêşiya serketina mezin a Erdogan bû asteng. Hilbijartineke adîl û demokratîk nebû. Ji demokrasiyê derbasî dîktayê bû. Divê Ewropa piştgiriyê bide doza Kurdan."
Hevserokê ELDH'ê Prof. Bîll Bowrîng jî bi bîr xist ku li Tirkiyeyê wan gelek dadgeh şopand û got, "Em li gelek girtîgehan geriyan. Me serdana Îmraliyê jî kir. Di gelek dozên têkildarî Tirkiyeyê de min wezîfe kir. Di doza Ozgur Gundemê de wezîfe kir. Ev doz di mijara azadiya fikrî de bûn biryarên îçtîhatê."
'DIVÊ ZEXT LI SER TIRKIYEYÊ BÊ KIRIN'
Serokê MAF-DAD'ê Heîke Geîsweîd jî diyar kir ku li gel biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê jî mafên mirovan ên Abdullah Ocalan têne binpêkirin.
Geîsweîd anî ziman ku saftî ye piştî hilbijartinê demokratîkbûyîn ji AKP'ê bê hêvîkirin û got, "Divê saziyên Ewropayê zextê li ser Tirkiyeyê bikin."
Faîk Ozgur Erol jî ragihand ku herêmên dagirkirî yên li Sûriyeyê mîna Gûantanamo qadeke tarî ye û got, "Li herêmên Kurdan jî bi vî rengî ye. Bi taybetî di dema 'qedexeya derketina derve' de qad ji nişka ve hate tarîkirin. Ev rewş ji bo koçberan jî bi heman rengî ye. Rêveberiya AKP'ê li gorî xwe cihên bêstatu ava dike. Wê rojê koçber li herêma Egeyê hatin girtin. Derdora wan hate girtin û ji derve xwarin û vexwarin dan wan. Di hiqûqê de tiştekî bi vî rengî nîne. Ev qadên tarî yên neqanûnî li Îmraliyê destpê kir û li herêmên din belav bû."
Prof. Phîlîp Leach jî xwest ku Kavala û Demîrtaş tavilê bêne berdan û got, "Doza Demîrtaş nîşan dide ku dadgeriya Tirk siyasî bûye."
Konferans wê bi panelan dewam bike.