KON-MED: Li dijî qirkirinê em Şengalê biparêzin

Hevserokatiya KON-MED’ê bang li gelê Kurd û dostên wan kir ku li her derê li berxwe bidin û got, “Parastina Şengalê li dijî artêşa Iraqê ya dagirker, parastina Kurdistanê ye.”

Di daxuyaniya nivîskî ya Hevserokatiya KON-MED'ê de hat gotin, “Şerê qirkirinê yê ku di 17'ê Nîsanê de li dijî gelê Kurd hatiye destpêkirin, bi hevkariya dewleta Tirk a faşîst û PDK'ê yê xayîn dewam dike. Artêşa Iraqê jî di van êrîşên qirkirinê de cih digire û bi çekên giran êrîşî Şengalê dike. Nuqteyên Asayîşa Êzidxanê, dibistan û îbadetxaneyan dikin hedef û bombebaran dikin.”

Di daxuyaniyê de her wiha hate gotin:

“Yên ku rê li ber qetlîamên ku artêşa Iraqê, dewleta Tirk a dagirker û şebekeya xiyanetê ya PDK'ê vedike û bêdeng dimîne, di serî de dewletên DYE û Elmanya ne. DYE ku qada hewayî ya Iraqê vekir, her cure rêbazên êrîşên der hiqûqî û dijmirovî yên dewleta Tirk a faşîst ku endamê NATO’yê ye, qebûl dike. Yê ku li ser esasê berjewendiyên aborî peymanan çêdike, hikumeta Elmanya ye. Terora Tirkiye-DAÎŞ'ê bi pereyên ku ji peymana penaberan a YE’yê digire tê fînansekirin. Bi ji nedîtî ve hatina hemû qetlîamên ku ji aliyê dîktator Erdogan ve tên kirin, li hemberî ji nû ve avabûna dewleta DAÎŞ’ê re tawîz tên dayin. Îro êrîşên artêşa Iraqê yên li ser Şengalê jî di bin erêkirin û çavdêriya NATO’yê de tê kirin.

Bi şermezarkirina dewletên ku li hember van hemû qetlîaman bêdeng mane û erê kirine, divê gelê me ji her demê zêdetir bi parastina ax, ziman, çand û nirxên xwe yên netewî li hember êrîşên qirkirin û qetlîamên artêşa Iraqê berxwedana xwe mezin bike. Tenê bi vî awayî em dikarin komkujiyan rawestînin û xwedî li doza Kurdistan û pêşeroja xwe derkevîn.

Li ser vê bingehê weke KON-MED, li dijî van êrîşên artêşa Iraqê yên dagirker em bang li hemû gelê xwe û bi taybet dostên xwe yên demokrat ên şoreşger dikin ku li dijî polîtîkayên qetlîamker ên Iraq û dewleta Tirk derkevin, dakevin qadan û bi mezinkirina têkoşînê re em di serî de Şengal, xwedî li hemû Kurdistanê derbikevin.”