KON-MED: Ji bo parastina Kurdistanê em dakevin qadan
Li gelek bajarên Elmanyayê gelê Kurd û dostên xwe ji bo protestokirina êrişên dagirker ên dewleta Tirk û şermezarkirin hevkariya PDK’ê wê dakevin qadan.
Li gelek bajarên Elmanyayê gelê Kurd û dostên xwe ji bo protestokirina êrişên dagirker ên dewleta Tirk û şermezarkirin hevkariya PDK’ê wê dakevin qadan.
Konfederasyona Civakên Kurdistanî ya Elmanyayê (KON-MED) daxuyaniyeke nivîskî weşand û xwest di 9’ê Nîsanê e bi ruhê yekîtiya neteweyî gelê Kurd û dostên xwe li hemberî dagirkerên Kurdistanê dakevin qadan.
Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:
“Bi van êrişan re tê xwstin gelê Kurd bê statu bihêlin û hemû destkeftiyên gelê Kurd kirine hedef. Dewleta Tirk a dagirker tevî PDK û bi piştgiriya hêzên navneteweyî dixwaze encamê bistîne, ji ber vê jî polîtîkayên dagirkerî, êriş û qetlîaman didomîne.
Em bang li hemû gelê Kurd dikin ku li ser xeta yekîtiya neteweyî divê bibin yek û li hemberî şerê dagirkerî û qirkirinê û îxaneta PDK’ê têkoşîna yekîtiya neteweyî li her derê biparêzin.
Em bang li gelê xwe û dostên xwe diki ku tevî çalakiyên di 9’ê Nîsanê de bibin.
BERNAMEYA ÇALAKIYAN
Dusseldorf, DGB Haus, Saet: 14:00
Frankfurt, HBF,Saet: 14:00
Saarbrucken, Europa galeri, Saet: 15:00
Berlin, Alexanderplatz, Saet: 16:00
Hamburg, Altona (Mercado), Saet: 15:00
Bremen, HBF, Saet: 13:30
Hannover, Opernplatz, Saet: 14:00
Stuttgart, Lautenschglager Str, Saet: 15:00
Freiburg, Platz der Alten Synagog