Konfederasyona Civakên Kurdistaniyên li Elmanya (KON-MED) bi daxuyaniyekê ji ber nêzîkatiya hemaheng û erênî ya Şaredariya Dortmund spasiya wê kir û hemû beşdarên festîvalê silav kir.
Daxuyaniya KON-MED bi vî rengî ye:
“33’yemîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ya li bajarê Dortmund ê Elmanya pêk hat, bi coşeke mezin bi beşdarbûna deh hezaran kesan bi dawî bû. Wekî salên berê, gelê me, tevî şert û mercên sirgûn û dîasporayê, ber bi qada Festîvalê ve herikîn, ziman, çand û nasnameya xwe hembêz kirin, îradeya xwe ya ji bo azadî û yekîtiyê bi awayekî herî xurt nîşan dan. Ev xwedî derketina bi heybet îfadeya berxwedana gelê me li dijî bişaftin, înkarê û meşa gelê Kurd ber bi pêşerojeke azad ve dibe.
Çavkaniya vê îradeyê di têkoşîna ji pêncî salî zêdetir a ji bo azadiyê de di bin serweriya Rêber Apo de ye. Îro, bi perspektîfa aşitî û civakeke demokratîk a ku Rêber Apo pêş xistiye, gelê me çand û nasnameya xwe hîn bêhtir û bi xurtî xwedî lê derdikeve û meşa xwe ya ji bo azadiyê li Kurdistan û dîasporayê mezintir dike.
Gelê me ji çar beşên Kurdistanê herikî qadê, bê guman ev tê wateya xwedî derketina li çand û hebûna xwe ya netewî. Lê ev beşdarbûn ne tenê ji bo çalakiyek çandî ye, di heman demê de peyamek bihêz e ku ji bo têkoşîna gelê Kurd a ji bo yekîtî, berxwedan û azadiyê derxistiye pêş.
Coşa jin, ciwan û zarokan garantiya herî mezin a pêşeroja gelê me ye. Em bawer dikin ku ev festîval wê yekîtiya neteweyî û îradeya gelê me ya ji bo azadiyê xurt bike û bersiva herî watedar pêşkêşî banga Rêber Apo ya ji bo aştî û civakek demokratîk bike.
Weke KON-MED, em ji Şaredariya Dortmundê re ji bo nêzîkatiya wê ya hevaheng û erênî ya di Festîvala Çanda Kurd a 2025’an de spas dikin.
Em spasiya deh hezaran kesan dikin ku beşdarî 33’yemîn Festîvala Çanda Kurd bûn. Her wiha em bi rêzdarî hewldanên hemû navendên civaka demokratîk û rêveberiyên Federasyonan, hemû pêkhateyan û hemû dostên ku beşdarî 33’yemîn Festîvala Çand û hunera Kurd bûne, silav dikin.
Em soza xwe dubare dikin ku bi hêz û morala ku me li qada Festîvalê girtiye, em ê hewl bidin ku hêjayî têkoşîna gelê xwe ya ji bo azadî û demokrasiyê bin.”