KON-MED'ê polîtîkaya krîmînalîzekirina Kurdan a Elmanyayê şermezar kir

KON-MED'ê nerazîbûn nîşanî serdegirtina mal û saziyên Kurdan ên li Hannover û Bremenê da û bang li Wezareta Karên Hundir a Elmanyayê kir ku dest ji krîmînalîzekirina Kurdan berde.

Hevserokên KON-MED'ê bi bîr xistin ku polîsên Elman di 10'ê Çileyê de li Hannoverê avêtin ser malên Kurdan, her wiha di 16'ê Çileyê de jî li Bremenê avêtin ser Bratî e.V a ser bi KON-MED'ê û mala siyasetmedarekî Kurd û bi daxuyaniyekê êrîş şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de hewldanên dewleta Elmanyayê yên ji bo krîmînalîzekirina Kurdan û saziyên Kurdan hatin şermezarkirin û bang li dewleta Elman hate xwestin ku dest ji vê helwesta xwe ya li dijî Kurdan berde.

Di daxuyaniyê de bangeke bi vî rengî li Wezareta Karên Hundir a Elmanyayê hate kirin: Dest ji krîmînalkirina Kurdan berdin. Kurdên li Elmanyayê jî mîna hemû civakên din xwedî wê azadiyê ne ku di çarçoveya qanûnên Elmanyayê de xwe bi rêxistin bikin. Kurdên ku ji ber zexta dewletên dagirker dewleta Tirk, Îran, Iraq û Sûriyeyê li Elmanyayê bi cih bûn, li gel bicihanîna berpirsyariya xwe ya bacê ya li gorî qanûnên Elmanyayê, her wiha mafê xwe yê rêxistinî û azadiya fîfadeyê ya civaka demokratîk bi kar tînin.

Banga me li gelê Elman e; li ber hewldanên dewleta Elmanyayê yên ji bo krîmînalîzekirina saziyên Kurdan û Kurdan rabin. Ji bîr nekin, dewleta ku îro li pêşiya mafên bingehîn ên Kurdan dibe asteng, wê sibe heman tiştî li we jî bike."

Di dawiya daxuyaniyê de bang li Kurdên li Elmanyayê hate kirin û hate gotin, "Bi rêxistiniyê bersivê bidin hewldanên krîmînalîzekirina Kurdan ên dewleta Elman. Roj roja têkoşîna li hemberî polîtîkayên krîmînalîzasyonê ye. Roj roja piştevaniyê ye. Ji bo Kurdên li Elmanyayê roj roja rabûna li ber krîmînalîzekirina Kurdan a ji aliyê Wezaretên Edalet û Karên Hundir ên Elman e."