KON-MED’ê êrîşên HTŞ’ê yên li dijî Kurdan şermezar kir
KON-MED’ê êrîşên HTŞ’ê yên li Helebê li dijî Kurdan pêk anîne, şermezar kir û li dijî van êrîşan banga seferberiyê kir.
KON-MED’ê êrîşên HTŞ’ê yên li Helebê li dijî Kurdan pêk anîne, şermezar kir û li dijî van êrîşan banga seferberiyê kir.
Konfederasyona Civakên Kurdistaniyên li Elmanya (KON-MED) li dijî êrîşên HTŞ’ê yên li Helebê li dijî Kurdan pêk anîne, daxuyaniyek nivîskî da.
Daxuyaniya KON-MED’ê bi vî rengî ye:
“Ji Dêrazorê heta Helebê, gel li ser piyane û li ber xwe dide. Çeteyên HTŞ'ê, ku wekî taşeronên provokasyonên hêzên dagirker ên li dijî jiyana hevpar a gel tevdigerin, li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê êrîşên bi armanca komkujiyê pêk anîn. Êrîş bi çekên giran pêk anîn û bang ji mizgeftan kirin ku komkujî li ser Kurdan pêk bînin. Bi vî rengî jiyana hevpar hedef girtin û gelan teşwîqî pevçûnê dikin.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ji Dêrazorê heta Helebê ji bo tevahiya herêmê seferberî îlan kirin. QSD'ê diyar kir ku ew ê li hemberê êrişên çeteyan li ber xwe bidin û bi gelê xwe re berxwedana hevbeş bilind bikin.
Weke KON-MED, em bang li hemû gelê xwe yê li Elmanya, dostan û her kesê ku li dijî şer e û nirxên mirovatiyê esas digrin dikin ku li dijî van êrîşan seferber bibin. Di serî de bi pêşengiya meclîsên me, bi hemû pêkhateyan û gelê me yên welatparêz, li her cihê ku lê dijîn bi girseyî derkevin qadan û ji sibê û pê ve berxwedanê xurttir û bilind bikin. Dîsa, divê hikûmeta Elmanya, partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl tavilê li dijî van çeteyên kujer helwest nîşan bidin. Îro di şexsê Rojava de roja parastina destkeftiyên hemû Kurdistanê ye û îro roja bicihanîna erkên xwe yên welatparêziyê ye.”
KON-MED’ê di dawiya daxuyaniya xwe de diyar kir ku heya niha li çar herêmên Elmanyayê plansaziya çalakiyan hatiye kirin û got, “Em bi hevserokên federasyonê re di nava diyalogê de ne. Sibê, dê plansaziyek bêtir hebe. Plansaziya cihên çalakiyan dema ku zelal bibe em ê parve bikin.”
Çalakiyên li Elmanya;
Hanover
Dienstag, 07.10.2025
Cih: Kröpcke
Saet: 17:00
Berlin
Dirok: 07-10 Sêşem
Cih: ALEXANDERPLATZ
Saet: 17:00
Bochum
Dîrok: 07.10
Cih: Hauptbahnhof
Saet: 17:00
Saarbrücken
Dîrok: 07.10
Cih: Europa Galerie
Saet: 17:00