KON-MED’ê Cejna Qurbanê pîroz kir
Konfederasyona Civakên Kurdistaniyên li Elmanyayê (KON-MED), bi hêviya ku Cejna Qurbanê bibe sedema xurtkirina aştî, azadî, wekhevî û piştevaniyê, peyamek weşand
Konfederasyona Civakên Kurdistaniyên li Elmanyayê (KON-MED), bi hêviya ku Cejna Qurbanê bibe sedema xurtkirina aştî, azadî, wekhevî û piştevaniyê, peyamek weşand
Konfederasyona Civakên Kurdistaniyên li Elmanyayê, bi boneya Cejna Qurbanê peyamek belav kir. Di peyamê de hate hêvîkirin ku cejin biratiya di navbera gelan de xurt bike, hêviya jiyana hevpar mezin bike, bibe wesîleya bidawîbûna şeran û deriyê azadiyê ji bo girtiyên siyasî vebike.
Di daxuyaniya KON-MED’ê de bal kişandin ser girîngiya "parvekirin, piştevaniyê û hêviyê" û daxwaza jiyaneke dadmend, demokratîk û aştiyane ji bo her kesî hate dubarekirin.
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser zext û şerê li ser gelên li Kurdistanê û hat diyarkirin ku di qadên siyasî, çandî, civakî û aborî de "polîtîkayeke qirkirinê" tê meşandin; hat destnîşankirin ku di nav van polîtîkayan de zextên li ser baweriyan jî hene.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku gelê Kurd bi salan e bi pêşengiya Rêber Apo têkoşînê dimeşîne û hat destnîşankirin ku divê cejin ji îstîsmarê dûr, bi feraseteke ku aştî û biratiya navbera gelan xurt dike, werin pîrozkirin.
KON-MED’ê daxwaz kir ku Cejna Qurbanê ya sala 2026’an di serî de ji bo gelê Kurd, ji bo hemû gelên cîhanê aştî, azadî, wekhevî, biratî, demokrasî, dad û jiyaneke bi rûmet bîne.