KON-MED’ê banga tevlîbûna meşa li Dûsseldorfê kir
KON-MED'ê bang li Kurdistanî û dostên wan kir ku bi ruhê seferberiyê tevlî meş û mîtînga li dijî dagirkerî û xiyanetê ya 30'ê Nîsanê ya li Dusseldorfê bibin.
KON-MED'ê bang li Kurdistanî û dostên wan kir ku bi ruhê seferberiyê tevlî meş û mîtînga li dijî dagirkerî û xiyanetê ya 30'ê Nîsanê ya li Dusseldorfê bibin.
KON-MED’ê bi bang li Kurdistanî û dostên wan kir ku beşdarî meş û mîtînga di 30‘ê Nîsanê de li Dûsseldorfê were darxistin kir.
KON-MED’ê diyar kir ku dewleta Tirk a mêtinger û faşîst, di 17‘ê Nîsanê de dest bi êrîşa dagirkirina Başûrê Kurdistanê kir û got:“Di van êrîşên bi nemerdî yên li ber çavên dinyayê diqewimin de qirkirina Kurdan ji xwe re kiriye armanc. Bi çekên kîmyewî êrîşan dike. PDK’a xeta xiyanetê jî daye kêleka xwe û hewil dide ku berxwedana azadiyê ya Kurdan biqedîne. Dewleta Tirk a dagirker hem bi hevkariya PDK’ê hem jî bi ya hêzên navneteweyî, bi bikaranîna çekên kîmyewî dixwaze bibe xwedî encam.’’
‘GÊRÎLA BI DESTANÎ LI BER XWE DIDE’
KON-MED’ê anî ziman ku divê Kurdistanî her cihê bikin qada berxwedanê û ev tişt got: “ Li hemberî van hemû êrîşan gerîlayên azadiyê û tevahiya gelê Kurdistanê li her qada ku lê ye bi berxwedaneke destanî parastina tevahî Kurdistanê dimeşîne. Dewleta Tirk a derbên dijwar xwarine bi nehesabkirina huqûq û nirxên mirovahiyê, bi çekên kîmyewî li êrîşên xwe dewam dike. Bi barandina bombeyan bi ser cih û warên sivîlan de, qetilaman dike. Bi êrîşên ji bejahiyê ve û hewayî, dewleta Tirk a dagirker careke din huqûqa navneteweyî binpê dike û çekên kîmyewî bi kar tîne. Kirinên wê sûcê şer in.’’
KON-MED’ê da zanîn ku dema mijar dibe Kurd her kes ker û kor dibe û wiha got: “Dewletên Ewropayê ku di şerê Ûkrayna û Rûsyayê de qiyametê radikin gava mijar dibe Kurd û Kurdistan, xwe li nezanîn, nedîtin û nebihîstinê datînin. Xwe ker dikin. Bi mayîna bêdeng li dijî bikaranîna çekên kîmyewî di êrîşên dagirkirinê yên Kurdistanê de, dewletên Ewropayê û saziyên wan şer û qetilaman erê dikin. Ji wê boneyê, di der barê bikaranîna çekên kîmyewî ya Tirkiyeyê li Başûrê Kurdistanê de, daxwaza me ew e ku bi lez û bez dest bi lêpirsîneke bi bêalî were kirin. Em li Hikûmeta Federal a Elmanyayê, Neteweyên Yekbûyî û civaka navneteweyî ya dewletan dikin ku ji bo berjewendiyên xwe yên aborî li dijî sûcên li dijî mirovahiyê xwe li neditînê daneynin. Xwekerkirin, erêkirina şer û qetilaman e!’’
BANGA ME LI TEMAMÊ GEL Û DOSTÊN WAN E
KON-MED’ê ji hemû Kurd û dostên wan xwest tevlî çalakiyên protestoyê bibin û daxuyaniya xwe wiha dawî kir: “Li ser vî asasî, bi tevlêbûna mîtînga meşê ya navendî ya Elmanyayê ya zêdeyî 40 partî û saziyên Kurdistanî yên li Ewropayê organize kirine ku wê 30‘ê Nîsanê roja Şemiyê bi dirûşma ‘Li dijî dagirkeriya dewleta Tirk Kurdistanê biparêze’ were lidarxistin em dikarin bêdengiya dewletên Ewropayê bişikînin û dagirkeriya dewleta Tirk û rûyê qirêj ê îxaneta PDK’ê deşîfre bikin.
Li ser vî esasî, em wek KON-MED, bang li gel û dostên xwe yên li dijî şer ên li Elmanyayê dimînin, dikin ku bi ruhê seferberiyê tevlî meşa mezin a em ê 30‘ê Nîsanê di seet 10.00’an de beriya nîvro li ber DGB Haus a Dusseldor a Navenda Almanyayê li dar bixin, bibin û xwedî li berxwedana gêrîla û Kurdistanê derbikevin.’’