BI DÎMEN

KON-MED’ê ji bo meşa 17’ê Sibatê ya li Kolnê banga tevlîbûnê kir

KON-MED’ê ji bo meşa 17’ê Sibatê ya li Kolnê ku wê ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê lidarxistin banga tevlîbûnê kir.

Konfederasyona Civakên Kurdistanê li Elmanyayê (KON-MED) û 5 federasyonên girêdayî wê li bajarê Darmstadt ê Elmanyayê hatin ba hev, ji bo meşa 17’ê Sibatê ku wê li bajarê Koln ê Elmanyayê were lidarxistin, banga tevlîbûnê kirin.

Di civîna ku Hevserokên Federasyonê jî amade bûn de, li ser amadekariyên beriya meşê hin nîqaş û pêşniyar hatin kirin. Pêkhateyên Federasyonê diyar kirin ku wan lez daye xebatên xwe yên ji Meşa Azadiyê ku wê sed hezaran Kurdistanî tevlî bibin û got: “Armanca me ew e ku bi rêya komîsyonên ku bi ruhê seferberiyê hatine avakirin ji heft heta heftî salî xwe bigihînin her kesî.”