KON-MED: Bi ruhê seferberiyê biherikin qadan
Hevserokên KON-MED’ê bi daxuyaniyekê li dijî êrîşên bi çekên kîmyewî yên artêşa Tirk banga tevlîbûna çalakiyan kir.
Hevserokên KON-MED’ê bi daxuyaniyekê li dijî êrîşên bi çekên kîmyewî yên artêşa Tirk banga tevlîbûna çalakiyan kir.
Hevserokên KON-MED’ê têkîldarê êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker a li dijî gerîlayên azadiyê daxuyaniyek nivîskî weşand. KON-MED’ê di daxuyaniya xwe de banga tevlîbûna çalakiyan kir û got, “Wek Kurdistaniyên li Elmanyayê, em ê li her dera ku em lê dijîn, veguherînin qada berxwedanê.
Di daxuyaniya KON-MED’ê de ev tişt hat gotin:
“Îro, ku em şerê hebûn û tinebûnê dimeşînin, em di dema herî stratejîk a dîrokê re derbas dibin. Rejîma faşîst a AKP-MHP’ê, ku bi saya berxwedana Rêber Apo û gerîla derbên giran xwariye, zagonên navneteweyî binpê dike û li dijî herêmên azadiyê, herêmên parastinê yên medyayê çekên kîmyewî bi kar tine. Li hemberî van êrîşên rejîma faşîst, ku dixwaze hebûna gelê kurd tine bike, ji bilî berxwedanê ti rê nemaye. Gerîla, ku bi lehengî û bi awayekî bê hempa li ber xwe dide, erk û berpirsyariyên me jî bi bîr dixîne. Em ê li hemberî vê berxwedana bê hempa û vê faşîzma hov bêdeng bimînin?
‘SIBÊ DIBE KU GELEK DERENG BE’
Divê em bibin dengê wan kesan, ku bi cane xwe desketiyên gelê kurd ji tinebûnê diafrînin. Sibê dibe ku gelek dereng be. Îro ew roje, roja berxwedanê ye. Me di pêvajoyên gelek krîtîk de bi berxwedaniyên dîrokî desketiyên mezin bi dest xist. Hêza me ya guhertinê heye. Divê em heman berxwedaniyê dîsa derxin holê. Em deyndarên wan kesane, ku ji bo dawiyeke bi heybet şehîd ketin. Îro tam jî ew roj e. Li hemberî faşîzma dewleta Tirk a dagirker û qirker, ku dixwaze me qir bike, ji bo paşerojeke azad, ku em ji zarokên xwe re bihêlin, divê em bibin dengê vê berxwedanê. Îro li ber çavên cîhanê bi çekên kîmyewî êrîşê zarokên gelê Kurd dikin. Ew aliyên, ku şev û roj qala demokrasiyê dikin, çavê xwe ji van êrîşan re digirin. Wek Kurdistaniyên li Elmanyayê, em ê li her dera ku em lê dijîn, veguherînin qada berxwedanê.
Em wek KON-MED’ê em ê li gel berxwedêran bin. Di serî de li Elmanya, em ê li her deverê, bi teşhîrkirina bêdengiya hêzên navneteweyî bibin nefesa gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê. Li ser vê esasê em wek KON-MED’ê di pêvajoyeke wiha de bang li her kesê dikin, ku bi rihê seferberiyê biherikin qadan. Em bang dikin, ku ji ew kesên ku di sedsala 21’an de li hemberî zarokên gelê Kurd çekên kîmyewî bikar tînin, hesab bipirsin.
Em bang li gelê xwe dikin, ku xwedî li berpirsyariyên xwe yên dîrokî û wîjdanî derkevin û roja şemiyê beşdarî çalakî, meş û mîtîngan bibin, ku wê li gelek navendên Elmanyayê bên lidar xistin.”
Navnîşana çalakiyên roja şemîyê (22.10.2022) ku li Elmanyayê tê lidarxistin .
BERLIN, Grosser Stern (Siegessäule) / ecke Str.
Saet:13:30
KÖLN, Ebertplatz Saet:14:00
HAMBURG, Mönckebergstraße Saet:15.30
DARMSTADT, HBF Saet: 14.00
OLDENBURG, HBF Saet: 17.00
STUTTGART, Lautenschlagerstr. Saet: 15.00
MÜNCHEN, Sendinger-Tor platz Saet:16.00