KON-MED: Bi ruhê rêxistina hevpar û piştevaniyê tevlî 1'ê Gulanê bibin
KON-MED’ê daxwaz ji gelê Kurdistanê kir ku bi xurtî tevlî çalakiyên 1'ê Gulanê bibin û xwedî li têkoşîna gerîla derkevin.
KON-MED’ê daxwaz ji gelê Kurdistanê kir ku bi xurtî tevlî çalakiyên 1'ê Gulanê bibin û xwedî li têkoşîna gerîla derkevin.
KON-MED’ê destnîşan kir ku 1’ê Gulana 2022’an wê têkoşîna karker û gelên hejar ên cîhanê ya li dijî mêtingeriyê zêdetir xurtir bibe, banga tevlîbûna xurt li çalakiyên ku wê li Elmanyayê di serî de ji bo xwedîderketina li gerîla bên kirin, pênase kir ku erka wijdanî û mirovî ye.
Konfederasyona Civakên Kurdistanî yên Elmanyayê (KON-MED) bi boneya 1’ê Gulanê Roja Piştevaniya Karker û Kedkaran a Cîhanê peyamek da û ev got: “1’ê Gulanê weke kevneşopî, roja berxwedanê ya kerkeran a li dijî sîstema mêtineger a faşîst û kapitalîstê ye. 1’ê Gulana 2022’an wê têkoşîna karker û gelên hejar ên cîhanê ya li dijî mêtingeriyê zêdetir xurtir bibe, banga tevlîbûna xurt li çalakiyên ku wê li Elmanyayê di serî de ji bo xwedîderketina li gerîla bên kirin, pênase kir ku erka wijdanî û mirovî ye.
Em Konfederasyona Civakên Kurdistanî yên Elmanyayê (KON-MED) bang li hemû meclîs, hevpar, Elewî, Misilman, Êzidî, Suryanî-Keldanî, Ermenî, demokrat, sosyalîst ên girêdayî federasyonê û hemû gelê Kurdistanî dikin ku bi xurtî tevlî çalakiyên 1’ê Gulanê yên li gelemperiya Elmanya ku di çarçoveya hemû eyaletan ku di serî de ji bo xwedîderketina li gerîlayên azadiyê, pêşîgirtina dagirkeriya li Kurdistanê bê lidarxistin, bibin; weke erka mirovî wijdan û welatparêziyê dibînin.”