Komxebata helwesta netewî ya li dijî êrîşên dagirkeriyê destpê kir

Komxebata bi pêşengtiya KNK’ê ji bo helwesteke netewî ya li dijî êrîşên dagirkeriyê ya dewela Tirk a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê bê nîşandan hate organîzekirin, destpê kir.

Li ser banga Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) bi aramanca helwestekî netewî li dijî êrîşên dagirkeriyê ya Tirk bê nîşandan komxebata ku hate organîzekirin saet 10:00’an destpê kir. Komxebata bi rêya onlînê destpê kir ji çar parçeyên Kurdistanê nêzî 200 kes tevlî dibe.

Komxebata ku gelek nûnerên partiyên siyasî, rêxistin, siyasetmedar û rewşenbîr cihê xwe girtine, bi axaftinên Hevserokên KNK’ê Ahmed Qeremûs û Zeyneb Mûrad destpê kir. Hevserokên ku berxwedana gerîla ya li dijî êrîşên dagirkeriyê ya 23’ê Nîsanê ya li dijî herêmên gerîlayê Azadiya Kurdistanê hatiye destpêkirin silav kir, di komxebata tevahî rojê dom bike de, wê hewl bê dayîn ku helwestekî hevpar a netewî ya Kurdistanê bê nîşandan.

Komxebat piştre bi axaftinên nûnerên partî û rêxistinên siyasî yên hatine vexwendin dom kir.