Komploya Navneteweyî li Viyanayê hat protestokirin
Kurdistaniyên ku li paytext Viyanayê dijîn, Komploya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêber Apo û tecrîda li ser wî protestokirin.
Kurdistaniyên ku li paytext Viyanayê dijîn, Komploya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêber Apo û tecrîda li ser wî protestokirin.
Komploya Navnetweyî ku di 9’ê Cotmeha 1998’an de li dijî Rêber Apo hat destpêkirin, bi mitîng û meşekî hate protestokirin.
Meşa ku ji aliyê Navenda Çanda Kurd a Viyanayê ve hate lidarxistin, bi dirûşmeya “Ji Rêber Apo re Azadî” li Christian-Broda-Platz’ta (Westbahnhof) destpê kir. Gelê Kurd û dostên wan bi girseyî beşdar bûn.
Di axaftinên çalakiyê de Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Apo hate protestokirin. Her wiha hate destnîşankirin ku Rêber Apo li Girava Îmraliyê bi têkoşîn û berxwedana xwe ya 26 salan a tevî hemû tecrîd û zextan, vê komployê qismen vala derxist.
Di heman demê de pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku ji aliyê Rêber Apo ve hate destpêkirin hate silavkirin û xwedîderketin.
Di axaftinan de hate diyarkirin ku divê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were û dewleta Tirk di vê aliyê de gavê biavêje.
Girseyê piştî axaftinan bi posterên Rêber Apo re ji Kolana Mariahilfer dest bi meşê kir. Girseyê di tevahiya meşê de bi dirûşmeyan daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kir. Gelek caran dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Jin, Jiyan, Azadî” hatin berzkirin.
Meş li pêşiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Viyanayê bi dawî bû.