Komploya navneteweyî li Krasnodarê hat şermezarkirin
Li herêma Krasnodarê ya Rusyayê salvegera Komploya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêber Apo hat şermezarkirin.
Li herêma Krasnodarê ya Rusyayê salvegera Komploya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêber Apo hat şermezarkirin.
Li Mala Kurdan a li herêma Krasnodarê ya Rusyayê Komploya 9'ê Cotmehê bi daxuyaniyek hat şermezarkirin.
Daxuyanî ji hêla Endamê Komîteya Rêvebir ya Herêma Krasnodarê Xudêda Ahmed ve hate xwendin.
Ahmed di sêrî de ser navê gelên herêma Krasnodarê silav ji Rêber Apo re, ji gerîlayên leheng û gelên berxwedêr re şand û Komploya Navneteweyî bi tundî şermezarkir.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku hêzên emperyalîst komploya navneteweyî ya dijî Rêberê Apo di 9'ê Cotmeha 1998'an de dane destpêkirin û wiha hate gotin: “Ji ber zexta wan Rêber Apo neçar ma ji Sûriyeyê derkeve û berê xwe bide welatên Ewropî. Ev Komplo ji aliyê rêveberiya Emerîka, Înglîz û Îsraîl ve hate planikirin û bi cih anîn. Ev Komplo heta roja îro jî dewam dike. Ev 27 sal in dewleta Tirk bi piştgiriya dewletên Rojava pergala êşkence û tecrîdê li ser girtîgeha Îmraliyê dimeşîne. “
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hate gotin, “Êrîşa li ser Rojavayê Kurdistanê beşek ji vê komployê ye. Îro gelê Rojava ne tenê ne, em Kurdên li Rusyayê bi dil û can bi gelê xwe re ne. Gelê Rojeva berxwedêr in, wê heta dawî li ber xwe bidin. Em bi wan û bi hêzên xwe bawer in. Em ji pêvajoya ku Rêber Apo destpêkirî bawerin û wê ev pêvajo encamek baş derxe holê.” Her çiqas armanca komplogeran di kesayeta Rêber Apo de tunekirina gelê Kurd be jî, dijmin di hewildanên xwe de nekarî li hemberê Rêber Apo û gelê wî bi ser bikeve. Ji bo wê Em dibêjin bijî Rêber Apo û bijî gelê Kurd.”
Daxuyanî bi dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.