Bi hezaran kes li Marsîlyayê komploya 9’ê Cotmehê protesto kirin
Li bajarê Marsîlya ya Fransayê komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmeha 1998’an a li dijî Rêber Apo hat protestokirin.
Li bajarê Marsîlya ya Fransayê komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmeha 1998’an a li dijî Rêber Apo hat protestokirin.
Li bajarê Marsîlya ya Fransayê komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêber Apo bi meşekî hate protestokirin.
Meş bi pêşengiya Ciwanên Kurdistanî û Meclîsa Jinan a Arîn Mîrkan hate lidarxistin û bi hezaran kes beşdar bûn.
Ji xeynî Kurdên ji bajarên Draguignan, Marignane û bajarên derdor hatin, gelek saziyên Fransî piştgirî dan çalakiyê.
Di meşê de pankartên bi nivîsa “Freedom for Ocalan”, “Ciwan bi Rêbertiya azad re dicive” ve “Pour la paix et solution démocratique, liberté pour Ocalan” hatin hilgirtin û gelek caran dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” ve “Liberté pour Ocalan” hatin berzkirin. Meşa ku ji Kolana Canebiere ya Marsîlyayê destpê kir, bi mitînga li Qada Vieux-Portê bi dawî bû.
Hevserokê Federasyona Komunên Demokratîk a Başûrê Fransayê Yilmaz Serhad ku di mitîngê de axivî, bal kişand ser pergala tecrîdê û wiha got: “Gelê Kurd bi gerîla û Rêbertiyê xwe re vê komployê vala derxist. Azadiya Rêber Apo azadiya gelê Kurd e.”
Li ser navê Meclîsa Ciwanan a Marsilyayê jî Tolhildan Azad axivî. Azad diyar kir ku komploya 9’ê Cotmehê bi pêşengiya DYE, Îsraîl û Ingilîstanê hat plankirin û wiha got: “Rêber Apo 27 sal in di bin pergala êşkeneyê ya Îmraliyê de tê dîlgirtin, lê fikrên wî belavî mirovahiyê bû. Em soz didin ku van fikran jiyanî bikin.”
Di çalakiyê de danezana Tevgera Jinên Kurd (TJK) jî hate xwendin. Di danezanê de hate destnîşankirin ku azadiya Rêber Apo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û mifteya aştiya herêmî ye.
TJK-E’yê ji bo piştevaniya azadiya Rêber Apo bang li raya giştî ya Ewropa û civaka navneteweyî kir.
Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Liberté pour Ocalan” bi dawî bû.