LI HANNOVERÊ ÇALAKIYA ŞERMEZARKIRINÊ
Piştî xwendina belavoka bi zimanê Elmanî hate amadekirin, Hevserokên FED-DEM'ê axivîn, komploya navneteweyî şermezar kirin û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bang kirin. Di çalakiyê de her wiha dostên Elman, nûnerên PYD'ê û Hevserokên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Hannoverê axivîn.
Di axaftinan de hat ragihandin ku azadiya Rêber Apo ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd gava bingehîn e. Di mîtîngê de dirûşma "Bijî Serok Apo" hate qîrîn. Her wiha ji bo meşa navendî ya 8'ê Mijdara 2025'an a li Kolnê banga tevlîbûnê hate kirin.