Komploya 9'ê Cotmehê li Ermenîstanê hat protestokirin
Li Ermenîstanê ji ber salvegera komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêber Apo, civîna gel hate lidarxistin. Gel daxwaza xwe ya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dubare kir.
Li Ermenîstanê ji ber salvegera komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêber Apo, civîna gel hate lidarxistin. Gel daxwaza xwe ya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dubare kir.
Li gundê Dêrîk a herêma Elegez a Ermenîstanê bi wesîleya salvegera komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmeha 1998’an, civîna gel hate lidarxistin. Civîn bi deqeyek rêzgirtinê ji bo cangoriyên azadiyê hat destpêkirin.
Di civînê de parlamenter Kinyaz Hesanov û Endamê Komîteya Kurdistan Yurîk Azad axivin.
Kinyaz Hesanov di axaftina xwe de wiha got: “Hemû dewlet bûn yek û ev komplo li ser Reber Apo pêk anîn. Bi girtina Rêber Apo re xwestin gelê Kurd û Tevgera Azadiyê tinê bikin. Lê komploger bi ser neketin. Îro Rêber Abdulah Ocalan di dinyayê de wekê fîlozofekî serdema me te nas kirin.
Hesanov diyar kir ku Rêber Apo bi fikir û felsefa xwe gelê Kurd bi dinyayê da naskirin û wiha got: “Ger îro em weke gelê Kurd hene û cihan weke netew me nas dike û li ser pirsgirêka me nîqaş dikin, ev bi saya bi ked û berxwedaniya Rêber Apo ye. Em komplogeran şermezar dikin û azadiya Rêber Apo dixwazin. Em dizanin ku li Tirkiyê pêvajoyek dest pê kiriyê, lê bêyî azadiya Rêber Apo wê ev pêvajo bi ser nekeve. Ger dewletê dixwaze jidil be, divê Rêber Apo azad bike; wê demê emê wekê gelê Kurd ji wan bawer bikin. Bêguman wê serkeftin ya me be, ji ber ku em aştî, azadî û wekheviya mirovahiyê dixwazin.”
Yurîk Azad jî wiha got: “Ev 27 sal in Rêberê me girtî ye, lê gelê Kurd bê navber li hemberî vê neheqiyê têkoşîn kirin û bêdeng neman. Di her keliyê de azadiya Rêber xwe xwestin. Dewleta Tirk bi salan tecrîd li ser Rêber Apo da meşandin, lê disa jî bi ser neketin. Îro me dît ku bi xwe çûn bi Rêber Apo re rûniştin, ji ber ku tenê Rêber Apo dikare dewleta Tirk ji rewşa têde ye xelas bike. Em wek gel nêzîkî azadiyê bûnê û em ê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têbikoşin û rêxistina xwe hin xurtir bikin.”
Civîn bi dirûşmeya “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.