Komkujiyên Mereş û Roboskî li Frankfurtê hatin bibîranîn
Li Frankfurtê ji bo kesên di komkujiyên Mereş û Roboskî de hatin qetilkirin merasîma bîranînê hat lidarxistin. Di bîranînê de banga xwedîderketin li Şoreşa Rojava hat kirin.
Li Frankfurtê ji bo kesên di komkujiyên Mereş û Roboskî de hatin qetilkirin merasîma bîranînê hat lidarxistin. Di bîranînê de banga xwedîderketin li Şoreşa Rojava hat kirin.
Ji bo kesên li Mereş û Roboskî hatin qetilkirin li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Frankfurt a Elmanyayê çalakiya bîranînê hat lidarxistin. Bîranîn bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên azadiyê dest pê kir.
Siyasetmedarê Kurd Mehmet Demîr di bîranîne de axivî. Demîr diyar kir ku Komkujiya Mereşê bi armanca tepisandina tevgera Kurd pêk anîn û wiha got: “Di komkujiyê de bi gule û satoran êrîşî gel kirin. Li ser bedenên jinên ciwan pêkanînên dijmirovî meşandin. Weke ku ev ne bes be, dest danîne ser mal û milkên xelkê.”
Demîr bal kişand ser Komkujiya Roboskî jî, diyar kir ku ev komkujî ji ya Mereşê ne cudatir e û banga xwedîderketin Şoreşa Rojava li her kesî kir.
Ji Platforma Dengê Girtiyan Bakî Selçuk jî di axaftina xwe de bal kişand ser Komkujiya Mereşê û got ku dewletê ji bo helwesta şoreşgerî bişkîne komkujî organîze kir. Selçûk bal kişand ser şert û mercên girtîgehan û wiha domand: "Bi pêkanînên keyfî gelek mafên bingehîn ên girtiyan ji destê wan tên girtin.”
Parlamenterê berê yê HDP'ê Ferhat Encu axivî. Encu komkujiyên dewleta Tirk ên di meha Kanûnê de li dijî Kurdan pêk anîne bi bîr xist. Encu rojnamevanên Kurd Nazîm Daştan û Cîhan Bîlgîn ên bi awayekî hovane hatin qetilkirin bi bîr anî û got: “Meha Kanûnê weke meha komkujiyan tê zanîn. Yên ku ji hebûna Kurdan aciz dibin, van komkujiyan ferz dikin. Komkujiya Roboskî jî parçeyek ji van polîtîkayan e.”
Çalakiya bîranînê piştî axaftinan bi pêşandana sînevîzyonê dom kir. Di dawiya bîranînê de beşdaran anîn ziman ku divê komkujî neyên jibîrkirin û banga xwedîderketina li têkoşîna gelê Kurd û Şoreşa Rojava hat kirin.