Komkujiya Parîsê li Brestê hate protestokirin
Komkujiya Parîsê ya 2’emîn li bajarê Brest ê Fransayê hate protestokirin.
Komkujiya Parîsê ya 2’emîn li bajarê Brest ê Fransayê hate protestokirin.
Kurd û dostên wan ên li bajarê Brest ê Fransayê dijîn, di salvegera komkujiya Parîsê ya duyemîn de ku ji aliyê dewleta Tirk ve pêk hat, li qada Place de la Lîberte kom bûn.
Di çalakiyê de ji dewleta Fransayê hate xwestin ku demildest berpirsên rast ên komkujiyê eşkere bike û hêzên li pişt êrîşê teşhîr bike.
Konseya Kurd a Demokratîk a Fransayê û koma şoreşger a enternasyonalîst a bi navê Serhildan daxuyanî dan.
Piştî daxuyaniyê dirûşmeyên “Şehîd namirin”, “Jin Jiyan Azadî” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.
Televîzyona Fransî Bretagne jî çalakî şopand.