Komîteya Dîplomasiya Hevbeş ji bo xurtkirina pêngavê bang kir
Komîteya Dîplomasiya Hevbeş di encamnameya civîna xwe de bang li Kurdistaniyan û dostên Kurdan kir ku kampanya 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re' xurt bikin.
Komîteya Dîplomasiya Hevbeş di encamnameya civîna xwe de bang li Kurdistaniyan û dostên Kurdan kir ku kampanya 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re' xurt bikin.
Komîteya Dîplomasiya Hevbeş a Partî û Rêxistinên Siyasî yên Kurdistanî û Komîteya Kar û Çalakiyên Sedsaliya Peymana Lozanê encamnameya civîna xwe ya 26'an eşkere kir.
Encamnameya civîna komîteyê bi vî rengî ye:
"Bi amadebûna nûnerên partî û rêxistinên siyasî yên Kurdistanî, Komîteya Diplomasiya Hevbeş, roja 14.01.2024an, civîna xwe ya bîstûşeşemîn li gel Komîteya Kar û Çalakiyên Sedsaliya Peymana Lozanê, li navenda KNK ê, li Brukselê pêk anî. Ev civînek hevbeş bû, endamên herdu komîteyan bi hevre beşdarê civînê bûn û plansaziyek hevbeş hate çêkirin.
Li gorî rojevê, di destpêkê de rewşa siyasî ya Kurdistanê, teybetî rewşa dawî yal li başûr û rojavaya Kurdistanê, êrîşên dewleta Tirk yên li ser Bakur, Başûr û Rojava, berxwedana hêzên parastinê, operasyonên şoreşgerî yên HPGê, rewşa xeternak û guhertina demografiya Efrînê û deverên dî yên Rojava, li başûrê Kurdistanê kêşe û qeyrana siysî, îdarî û aborî, rewşa rojhilatê Kurdistanê û êrîş û tehdîtên dewleta Îranê, tecrîda girankirî ya li ser Birêz Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî, guhertin û buyerên dawî yên li Kurdistanê û Rojhilatanavîn, şerê Îsraîl û Hemasê, her weha helwest û bandora hêzên cîhanî li herêmê, bi awayekî berfireh hatin gengeşekirin. Her weha li gel plansaziya kar û xebatan, biryar û encamên konferansa bi navê “Di Sedemîn Salvegera Peymana Lozanê da Helwesta Gelên Kurdistanê” û Forma Navneteweyî ya li ser encamên Peymana Lozanê û karên dî yên ku 100. salvegera Peymana Lozanê de bênekirin jî, bi berfirehî hatin nîqaşkirin û hatin plankirin.
Li gorî van nîqaşan, civîn van xalên jêrîn pêşkêş dike:
Rewşeke ne diyar li seranserê Iraqê heye û ev rewş ji bo statûtaya Kurdistanê jî xeteriyan bi xwere tîne. Iraq bi giştî ber bi kaosekî ve diçi. Ji ber ku Iraq di nava qeyranek mezin de ye, gelek destên biyanî jî dikevin nava Iraqê. Mixabin di vê rewşa ne diyar de, hêzên Kurdistanî jî ne yek dengin û bilave ne. Êrîş, tehdît û destwerdanên Tirkiye û Îranê yên li ser Başûr zêdebûne û berdewamin. Piştî şerê Îsraîl û Hemasê, êrîşên bi dronan yên milîsên Şîe jî serve zêdebûne. Ev jî bê îstîqrariyê bi xwe re tîni û asayîş û ewlekariya herêmê xirab dike. Ev êrîş çiqas bi hênceta heyîna hêzên Emerîka bin jî, lê di bingeha xwe da amanc têkbirina deskevtên Kurdistanê ne. Di pişt van êrîşan hêzên dagirker (Îran, Tirkiya û Iraq) û hevkarên wan hene. Ev êrîş parçeyek ji siyaseta têkbirina statûya federal ya başûrê Kurdistanê ye. Eger em weke Kurd di nav mala xwe de yekrêz nebin, statûya federal û gelek desketên me dikarin têk biçin. Erîşên dewleta Tirk û Îranê yên hevkarên wana, ewlekariya herêmê têxin di bin xeteriyeke mezin de. Li gelek deveran demografiya herêmê tê guhertin. Divê hemî hêzên Kurdistanî, nakokiyên di nav xwe de bidin aliyekî û ji bo parastina deskevtên Kurdistanê bi hevre tevbigerin.
Qeyrana aborî û nedana moçeyan jî, li Herêma Kurdistanê berdewame. Wa lê hatiye ku mehê çend caran weftên herêmê diçin Bexdayê û tinê li ser pirsa moçeyan disekinin. Ev polîtîkayek dagirkerane ku Kurdan bi birçîbûnê ceza dikin û bi vî rengî dixwazin wan bi xwe ve girêbidin.
Li herêmê pirsgirêkên siyasî û îdarî jî berdewamin. Eve ji salekî zêdetire Parlamento nemaye û ne diyare ka wê kengê hilbijartin bêne çêkirin. Ev rewş sêrî de meşrûiyeta seroktiya herêmê û hukumetê û dezgehên dî yên rêveberiyê têdixe bin pir û nîqaşê. Her weha di nav hêzên Kurdî de jî nakokiyên dijwar hene û rewşa du (2) îdareyî jî berdewame.
Di vê rewşê de li Kerkûkê hilbijartinên herêmî pêk hatin. Mixabin li vê devera hesas jî nakokiyên navxweyî nehiştin ku hêzên Kurdî bi yek dengî bikevin hilbijartinê. Ji ber wê sedemê jî hilbijartinan weke tê xwestin encam nedan. Rewşa Kerkûkê hesase û divê bi polîtîqayek neteweyî bê şopandin. Raste pêkhateyên weke Tirkmen, Ereb û Asûrî li Kerkûkê dijîn û niştecihê wî bajarîne, lê devera Kerkûkê parçeyek ji axa Kurdistanê ye û piraniya xelkê Kerkûkê Kurdin. Dewleta Tirk vî bajarî weke bajarê Tirkmenan bi nav dike û ev demeke dirêje li wê deverê destwerdanan pêktîne. Pêwîste hemî aliyên siyasî yên li Kerkûkê heyî bi hesasiyetek teybet, nîzingê bajarê Kerkûk û nişteciyên Kerkûkê bibin. Divê her partî û her teref berjewendiyên xelkê Kerkûkê li ser berjewendiyên xwe de bigri. Divê emniyet û asayîşa Kerkûkê bête parastin û hemî pêkhate di nava aştî û aramiyê de bijîn.
Dijminên gelê me li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê jî, di nav liv û tevgerê de ne û bê pîvan êrîş dikin. Dewleta Tirk, ji serê meha dehan (Çiriyapêşîn – Cotmeh) vir ve, dema li hember hêzên Gerîla derbe dixwe, vê rewşê ji xwe re dike hêcet û êrîşê Rojava dike. Ji wê demê heta niha bi sê pêlên mezin êrîş kirine. Ev êrîş (di roja civîna me de jî) heta niha jî berdewamin. Di van êrîşên xwe de hemî pîvanên mirovî û huqoqî binpê dike. Dewleta Tirk bi giştî binesaziya Rojava û cihên jiyanê (depoyên avê, santralên elektrîkê, depoyên genim, kargeh, nexweşxane û cihên dî yê wekî wan) hedef digre. Li gorî hiqûqa navneteweyî ev êrîşên delweta Tirk sûcên şer in û sûcên li dijî mirovatiyê ne. Em vê rewşê ji nîzing ve dişopînin û em ê sûcên dewleta Tirk bibin dadgehên navnetweyî.
Li Efrînê êrîşên li ser gelê me û planê guhertina demografiya Efrînê berdewamin. Niştecihên Efrînê heta 6 sal pêş niha, hema hema bi temamî Kurdbûn. Lê piştî dagirkirina dewleta Tirk, praniya Kurdan ji Efrînê hatine derxistin û yên mayî jî di bin zexteke mezin de ne. Piştî dagîrkirinê, Efrîn teslîmê çeteyan hate kirin, bi zor û zordarî dest danîn ser mal û milkên Kurdan, gelek Ereb û Tirkmen anîn Efrînê, demografî hate guhertin. Niha jî anîna Filistîniyan di rojevê de ye. Heman tişt li Serêkaniyê û deverên dî yên dagirkirî de jî pêkanîn. Tiştê li van deverên dagirkirî diqewimin, tewanên dijê mirovatiyê ne. Divê hemî Kurdistanî vê rewşê weke rewşeke teybet bi dest bigrin û van deveran azad bikin.
Li hember van plan û êrîşan, pêwîste Rojava û hemî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bêne parastin û divê sîwaneke navneteweyî ya parastinê ji Rojava re bê avakirin. Ji bo pêşîgirtina êrîşên dewleta Tirk, li hember hemî êrîş û destwerdanên dijminane, ji bo Rojava bibe herêmeke ewle (aram) (no fly zone), pêwîstî bi xebatek berfireh û teybet heye. Her weha divê hêzên dewleta Tirk ji hemî axa Rojava bêne derxistin, koçber bizivirin cih û warên xwe û li ser sînor di bin sîwana Neteweyên Yekbûyî de hêzeke navteweyî bête cihkirin. Ev mijar di hemî hevdîtinên dîplomatîk de xwestekeke me ya sereke ye.
Piştî bi êşkenceyê kuştina keça Kurd Jîna Emînî ji teref hêzên Îranê ve, li rojhilatê Kurdistanê û seranserê Îranê, bi pêşengiya jinan de, bi durişma “Jin – Jiyan – Azadî” gelên Îranê, rabin ser piyan û li hember zext û zilma rejîmê xwenîşandanên girseyî û mezin pêkanîn. Di van xwenîşandan de hêzên rejîmê bi awayeke hovane êrîşê çalakvanan kirin û di van êrîşan de sedan kesan jiyana xwe ji destdan, hezaran kes birîndar bûn û deh hezaran kes jî hatin girtin. Hinek girtî bêserûçûnin û paşeroja wana nediyare û herweha gelek çalakvan hatin îdam kirin û ev îdam hêjî berdewamin.
Ev e ji 40 salan zêdetire Komara Islamî ya Îranê, di serî de mafên jinan û mafên demokratîk yên hemî gelên Îranê, binpê dike û kesên muxalîf serkut dike. Îran di serÎ de ji bo jinan û ji bo hemî gelên Îranê bûye zîndaneke vekirî. Gelên Îranê, ne rehet in, ne razî ne û daweya azadî û welateke demokratîk dikin. Ev xwenîşandan jî nîşaneyê vê nerehetî û nerazîbûnê ne.
Civîn, taleb û xwestinên gel yên azadî û avakirina welatekî demokratîk, heq û meşrû dibîne, piştgirî dide xwenîşanderan û hemî çalakvanan. Herweha civîn, êrîşên rejîma Îranê yên li ser xwenîşanderan û îdamkirina çalakvanan şermezar û mehkum dike.
Li gorî peymana di navbera Iraq û Îranê, ji meha nehan (Îlon) pê ve, hêz û partiyên rojhilatê Kurdistanê yên li Başûr dimînin, bi piranî hatin bê çek kirin û li kampan hatin bilavkirin. Îran rewşa wan a ji nîzingve dişopîne û daxwaza radestkirina hinek berpirsyaran jî dike. Di heman demê de Îran polîtîka xwe ya darvekirinê jî berdewam dike û girtiya îdam dike. Her weha bi vê ve girêdayî êrîşên li ser kolberên Kurd jî zêdekirine û rojane kolber têne qetilkirin. Ev rewşeke giran û xeternake û divê neyête qebûlkirin.
Civîn bang li hemî hizb û rêxistinên siyasî yên Kurdistanî dike ku demeke zûtir eniyekî (bereyekî) di nav xwe de pêk bînin û li hember zext û êrîşan tevbigerin.
Civîn bang li hemî hêzên muxalîf yên Îranê jî dike ku ji bo avakirina welatek azad û demokrat, eniyekî hevbeş pêk bînin û li hember rejîmê bi yek dengî rabin.
Her weha civîn, bang li hêzên cîhana demokratîk dike ku gelên Îranê tenê nehêlên û li hember despotan çalakvanan destek bikin.
Dewleta Tirk, dijminê sereke yê gelê Kurd e, li seranserê Kurdistanê êrîşan dike û li herêmê serkêşiya dewletên dagirker dike û li tevahiya cîhanê li dijî gelê Kurd di nava karên dijberiyê de ye. Dewleta Tirk gav bi gav dagîriya xwe ya li başûrê Kurdistanê zêdetir dike. Ev êrîş û dagîrî ne tenê li deverên Metîna, Zap û Avaşîn e, heman demê de li Başîka, li Şengal, li Kerkûk, li Mexmûr, heta Pencewîn, Çemçemal û Kifrî jî dirêj dibe. Di heman demê de rojane êrîşê rojavayê Kurdistanê jî dike û xwe ji dagirkirinek berfirehtir re amade dike. Amanca dewleta Tirk, têkbirina hemî destketiyên gelê Kurdistanê ye.
Di şerê dijî Gerîlayên Kurdistanê de, dewleta Tirk, di êrîşên xwe de çekên qedexe çekên kîmyewî bi kar tîne. Heta niha gelek şervanên azadiyê bi çekên kîmyewî şehîd ketîne. Civîn sêrîde NY û OPCW, bang li hemî saziyên peywendîdar yên navneteweyî dike ku li hember vê rewşê bîdeng nemînin û dijê bi karanîna çekên kîmyewî derkevin. Herweha civîn, bang li hemî hêz û dînamîkên Kurdistanê dike ku li hember van êrîş û dagîriyê xurttir derkevin, li hindir û li derve dengê xwe bilindtir bikin.
Bi berxwedana bê hempa ya hêzên Gerîla li deverên Xakûrkê, Metîna, Zap û Avaşîn, êrîş û planên dewleta Tirk vale hatîne derxistin. Teybetî operasyonên şoreşgerî yên pêş serê salê û yên piştî serê salê, dewleta Tirk û artêşa wê xistiye nava krîzeke mezin. Civîn, vê berxwedana Hêzên Azadiya Kurdistanê û serketina wan pîroz dike û silav dike.
Peywendiyên bi hêzên dagirker re hesasin û divê ev peywendî bi taktîkî bin û gorî berjewendiyên gelê Kurd bin. Nabe li dijê hîç hêzeke Kurdistanî bi dagirkeran re hevkarî bête kirin. Civîn, dijê hêzekî Kurd an parçeyekî Kurdistanê, hevkariya bi dagirkeran re xeta sor dibîne û mehkum dike.
Şengal parçeyek ji axa Kurdistanê ye. Şengal ji gelek aliyan ve di bin êrîşan de ye, divê hemî hêzên Kurdistanî dijê êrîşên dagirkeran yên li ser Şengalê derkevin û Şengal bê parastin. Divê li Şengalê nasmeya Êzidîtahiyê bê parastin, demografiya Şengalê neyê xirabkirin û gelê Şengalê xwebixwe bi rêve bibe.
Ev e 34 mehin agahdariyek ji Birêz Abdullah Ocalan nehatiye girtin. Herî dawî salekî pêş niha CPT çû Îmraliyê, lê heta niha çi agahdarî nedane. Ev rewşeke gelek xeternak e. Bêdengiya CPT û Konseya Ewropa nayê qebûlkirin û em bang li van saziyan dikin ku bi awayeke lezgîn berpisyariyên xwe pêk bînin. Herweha em Kampaya “Ji Birêz Abdullah Ocalan re Azadî – Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” destek dikin û bang li hemî kurdistaniyan û dostên Kurdan dikin ku tevlî vê kampanyayê bibin û vê kampayayê xurttir bikin.
Birêz Abdullah Ocalan ev e 25 sal in li zîndana Îmraliyê de di bin tecrîdekî girankirî de ye. Bi munasebeta 25. salvegera komploya navdewletî ya ku li dijê Birêz Ocalan pêkhatî, wê di 17.02.2024an de li Almanya li bajarê Kolnê, meş û mitîngek mezin pêkbê. Civîn bang li hemî Kurdistanî û dostaên Kurdan dike ku beşdarê vê mitîngê bibin û banga azadiyê bilind bikin.
Di zîndanên dagirkeran de ji deh hezaran zêdetir girtiyên siyasî yên Kurd hene. Di zîndanên Tirkiye û Îranê de rewşa girtiyên siyasî yên Kurd nebaşe. Di van zîndanan de zext, îşkence û muameleyên ne mirovî berdewamin. di zîndanên Îranê de gelek girtî di bin tehdîta îdamê de ne. Di zîndanên Tirkiyê de eve ji 50 rojan zêdetire grevên birçîbûnê hene. Mixabin girtiyên siyasî tinê li zîndanên dagirkeran de nînin. Li başûra Kurdistanê di deverên PDKê de jî girtiyê siyasî hene. Tekoşîna girtiyan li vê deverê jî heye û girtiyên li Behdînan herdem di rojevê de ne. Eve nîzingê sê mehane rojnamevan û edîtorê beşa Erebî yê ajansa Rojnews’ê Silêman Ehmed jî, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatiye girtin û bê ser û çûne. Civîn hevkarî û piştgiriya xwe bi hemî girtiyên siyasî yên Kurdre radighîne û ji hemî terefan azadiya wana dixwaz dike.
Ev e ji 100 rojan zêdetire li herêma Rojhiata Navîn li Filîstînê, şereke dijwa heye. Şerê Îsraîl û Hemasê berdewame. Dibi ku ev şer li herêmê bilav bibi. Hêzên Cihanî û yên herêmê jî bi awayekî têkilî vî şerî dibin. Ev şer weke xelqên dî yên herêmê me Kurdan jî, ji nîzing ve eleqedar diki û bandora xwe li welat û li gelê me jî diki. Divê hemî hêzên Kurdistanî vê rewşê ji nîzing ve bişopînin. Ev şer jobo me hem xeteriyan hem jî derfetan di xwe re tîne. Di vê demê de ji hemî deman zêdetir, divê em bi hevre bixebitin û yekîtiya xwe xurt bikin, daku em bikarin xeteriyan berterf bikin û derfetan di berjewendiyên welat û gelê xwe de karbînin.
Em di sedsaliya îmzekirina Peymana Lozanê de ne. Sedsal pêş niha di konferaseke navdewletî de, welatê me hate parçekirin û li ser çar dewletên dagirker hate parvekirin. Peymana Lozanê, jibo me Kurdan belgeya jenosîdêye û xencereke di nava dilê me de ye. Em weke gelê Kurd vê peymana reş qebûl nakin û bi hemî hêza xwe ve dijê wê belgeya komkujiyê derdikevin. Jibo encamên xirab yên vê belgeya reş ji holê bêne rakirin, jibo peymanên weke Peymana Lozanê carek dî li ser me neyêne ferzkirin, me di nava vê salê de gelek kar kirin û gelek çalakî pêkanîn.
Hêca kar û çalakiyên sedsaliya Peymana Lozanê berdewamin. Di rojeva me de pêkanîna formeke (konferans – trîbûnal) navneteweyî heye. Me di konferansa Lozanê de helwesta gelê Kurd pêşkêşî reya giştî kir. Em dixwazin di asta û mezinahiya konferansa Lozanê de, formeke mezin ya Cihanî jî pêkbînin. Em dixwazin di vê formê de bi awayekî akademîk û huqoqî, di van sed salan de li Kurdistan û li herêmê encamên vê peymana reş, di asta navneteweyî de binirxînîn û encamên wê ji Cihanê re ragihînin.
Ji bo em sed sal dî jî, di vê rewşa xirab de nemînin, divê em yekîtiya xwe xurttir bikin û dengê xwe bighînin hemî cihanê. Ji bo vê yekê, em bang li hemî dezgeh, hêz, sazî, partî û rêxistinên Kurdistanî û hemî gelên Kurdistanê dikin ku piştgirî bidin Komîteya Kar û Çalakiyên Sedsaliya Peymana Lozanê û tevlî kar û çalakiyên dijê vê belgeya reş bibin.
Em weke Komîteya Dîplomasiya Hevbeş ya Partî û Rêxistinên Siyasî yên Kurdistanî û Komîteya Kar û Çalakiyên Sedsaliya Peymana Lozanê, bang li hemû partî û rêxistinên siyasî yên Kurdistanî dikin ku tevlî Komîteya Dîplomasiya Hevbeş ya Partî û Rêxistinên Siyasî yên Kurdistanî û Komîteya Kar û Çalakiyên Sedsaliya Peymana Lozanê, bibin û em bi hev re karên diplomasiya Kurdistanê pêkbînin û çalkiyên dijê Peymana Lozanê bi hevre bikin.
Piştî nirxandinên rewşa siyasî, li ser xebatên di asta navneteweyî de heta niha pêkhatî, agahdarî hatin dayîn û xebat bi giştî hatin nirxandin. Piştî van nîqaşan, li ser plansaziya dema pêş pêşniyar hatin girtin û plansaziyek ji bo dema pêş hate çêkirin.
Kurdistan yek welate, gelê Kurd xwedî mafê çarenûs e!
Em peymana parçekirina Kurdistanê, Peymana Lozanê red dikin!
Jin – Jiyan – Azadî"