KOMAW: Divê em bi her awayî bi gelê xwe yê Êzidî re bin

Komeleya Malbatên Winda û Şehîdan a Kurdistanê (KOMAW) nerazîbûn nîşanî bêdengiya hêzên navneteweyî û êrişên li ser Şengalê da û bang li gelê Kurdistanê kir ku bi her awayî bi Êzidiyan re be.

Rêveberiya KOMAW'ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku gelê Êzidî li hemberî 74 fermanan li ber xwe da, têk neçû û êrişên qirikrinê yên DAÎŞ'ê yên sala 2014'an bi bîr xist.

KOMAW'ê got, "Di vê dema êrişên qirkirinê de yên bi hawara gelê me yê li Şengalê ve beziyan û gelê me yê Êzidî ji qirkirinê rizgar kirin YPG û HPG bû."

KOMAW'ê diyar kir ku di nava 8 salên di ser rizgariya Şengalê re derbas bûn, gelê Êzidî ji parastinê heta perwerde û aboriyê ji aliyê civakî ve xwe ji nû ve bi rêxistin kir û sîstema xwe ya xweseriya demokratîk ava kir.

Daxuyaniyê wiha dewam kir:

"Rêveberiyên dewletên dagirker û paşverû yên li herêmê, jiyana civakî ya hevpar aştiyane, demokratîk û azad a gelê me nikarin qebûl bikin û M. Kazimî, Erdogan û hevkarê wî rêveberên PDK'ê serkêşiyê ji van hêzên paşverû re dikin. Van hêzan ji bo temamkirina karê nîvcomayî yê DAÎŞ'ê, di çarçoveya plana ku ji zûdeyî amade kirin şeva 1'ê Gulanê bi rengekî komî dest bi êrişê kirin."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, ku di şexsê civaka Êzidî de êriş li dijî tevgera azadiyê ya gelê Kurdistanê û destketiyên wan tê kirin.

Bi navê KOMAW'ê ev bang hate kirin: "Em bang li gelê Kurdistanê yê welatparêz dikin, ku li gel gelê me yê Êzidî yê Şengalê yê leheng cih bigire û bi her awayî  piştgiriyê bike."

Her wiha bang li saziyên mirovî yên cîhanê jî hate kirin ku li hemberî vê êrişkariya li dijî mirovahiyê bêdeng, bêhelwest nemînin, piştgiriyê bidin têkoşîna mafdar a gelê Kurdistanê, xwedî li mafê jiyana azad a aştiyane ya gelê Kurd derkevin.