KOMAW: Gelê me di bin zexteke mezin de dikevin cejnê
KOMAW: Di bin êrişa dewletên qirker de gelê me dikeve Cejna Remezanê.
KOMAW: Di bin êrişa dewletên qirker de gelê me dikeve Cejna Remezanê.
Rêveberiya KOMAW’ê bi wesîleya Cejna Remezanê peyamek belav kir.
Di peyama KOMAW’ê de ev tişt hate diyarkirin: “Kesên ku ji aliyekî xwîna gelê Kurdistanê dirijînin û ji aliyê din ve dibêjin ‘Ez misilman im û diçim Umreyê, bawerî bi wan nayê. Di şerê Ukrayna-Rûsyayê de jî xwestin bi derewên ‘Em alîgirên aştiyê ne û dixwazin bibin qasid’ gel bixapînin. Di bin êrişên rêveberiya dewleta faşîst û zalim de gelê me dikeve Cejna Remezanê.
Çiqasî dijwar be jî gelê me wê bi awayekî hewl bidin cejnê pîroz bikin. Em bawer dikin gelê me yê xwedî vê îradeya mezin wê stûyê xwe li hemberî dewleta qirker û mêtinger xwar neke. Bi vê wesîleyê di destpêkê de ya malbatên şehîdan em cejna gelê xwe pîroz dikin.”