KOMAW'ê nerazîbûn nîşanî xiyaneta PDK'ê da
KOMAW'ê nerazîbûn nîşanî PDK'ê da ku hevkariyê bi faşîzma dewleta Tirk re dike û bang li saziyên Kurdistanî kir ku li dijî xiyaneta li gelê Kurd helwestê nîşan bidin, yekîtiya Kurdistanî ava bikin.
KOMAW'ê nerazîbûn nîşanî PDK'ê da ku hevkariyê bi faşîzma dewleta Tirk re dike û bang li saziyên Kurdistanî kir ku li dijî xiyaneta li gelê Kurd helwestê nîşan bidin, yekîtiya Kurdistanî ava bikin.
KOMAW'ê ji saziyên navneteweyî xwest ku li hemberî êrişên hevpar ên dewleta Tirk û PDK'ê bêdeng nemînin û destnîşan kir, ku divê li gel têkoşîna mafdar a gelê Kurd cih bigirin.
Komeleya Malbatên Şehîdan û Windahiyan (KOMAW) li ser êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk re daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku dewleta Tirk a mêtinger ku AKP-MHP serkêşiyê jê re dike, bi hevkariya PDK'ê û piştgiriya navdewletî li pey êrişên nû û piralî yên ji bo tunekirina destketiyên li Başûrê Kurdistanê ye.
KOMAW'ê diyar kir ku li gel teknîk û her cûre êrişan jî dewleta Tirk a dagirker nikare bigihêje armanca xwe, ji Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê derbên mezin dixwe, lewma jî têkilî û hevkariya xwe ya bi PDK'ê re xurtir dike.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Bêguman a ku me herî zêde aciz dike, PDK ye ku xwe Kurdistanî pênase dike. Weke ku tê zanîn ji bo PDK dawî li hevkariya xwe ya bi dijminê Kurdan dewleta Tirk a faşîst mêtinger re bîne beriya niha me gelek daxuyanî dabûn û bang kiribûn.
Her wiha gelek saziyên din ên Kurdistanî jî heman bang kirin, lê belê diyar e ku PDK guh nade bangên me û berevajî vê yekê bi dewleta Tirk re têkiliyê xurtir dike.
Tevî vê yekê bi navê saziya malbatên şehîd û windayan KOMAW, em careke din bang li PDK'ê dikin û dibêjin, eger tevî vê yekê jî hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk a faşîst re dewam bike wê ji aliyê gelê Kurd û dostên wan ve weke xayin bê pênasekirin û li gorî vê yekê wê helwest bê nîşandan.
Di daxuyaniyê de li dijî êrişên dewleta Tirk a kujer û qirker û hevkariya PDK'ê ya pê re, bang li sazî û welatparêzên Kurdistanî hate kirin ku helwesteke hîn bi bandor nîşan bidin û yekîtiya Kurdistanî a berfireh ava bikin.