KOMAW: Bi xwedîderketina li şehîdan hesab ji kujeran bipirsin

Rêveberiya KOMAW’ê şehîdên Komkujiya 2’yemîn a Parîsê bi bîr anî û bang li her kesî kir ku ji bo hesap ji kujeran bê pirsîn bi xurtî beşdarî çalakiyan bibin.

Komeleya Malbatên Hatine Wendakirin û Şehîdan (KOMAW) bi boneya salvegera Komkujiya 2’yemîn a Parîsê bi sernavê “Em xwedî li şehîdan derkevin, hesab ji kujeran biprisin!” daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya KOMAW’ê wiha ye:

“Îro, salvegera yekemîn Komkujiya 2’an a Parisê ye. Di vê êrîşê de pêşenga Tevgêra Azadiya Jina Kurd Evîn Goyî, hunermend Mîr Perwer û welatparêz Abdurrahman Kizil hatin şehîdkirin.

31 roj şûnde 9’ Çileyê salvegera 11’mîn Komkujiya 1’ê ya ku li heman bajarê Parisê pêk hatiye. Di vê êrîşê de yek ji pêşenga PKK’ê Sakine Cansiz, nûnera KNK‘ê Fidan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez hatin şehîdkirin.

Ev herdu êrîş jî, ji aliyê saziya navendî ya Îstixbarata Dewleta Tirk (MÎT) ê ve pêkhatin. Ji bo pêşî li êrîşên wisa yên ku dewleta faşist a Tirk ku pêşengiyê jêre dike were girtin û hesab were pirsîn, divê herkes bi berpirsyar tevbigere.

Di vê çarçovê de KCDK-E, TJK-E û piraniya tevgêrên gelê Kurdistanê, di 23’yê Kanûna 2023’yan de li Parisê çalakiyek navendî li dar dixin. Her wiha li gelek navendên Ewropa, Kanada û Awûstralyayê jî çalakî tên lidarxistin.

Ji bo beşdariya çalakiyên 23’yê Kanûna 2023’an û 6’ê Çileya 2024’an bangên beşdarbûnê tên kirin.

Em saziya malbatên şehîdan û mexdûran KOMAW jî bang li hemû malbatên şehîdan, welatparêzên Kurdistanê û dostên gelê Kurdistanê dikin ku bi xurtî beşdarî hemû çalakiyan bibin.

Em çendîn bi hêz û berfireh li hemberî van êrîşên qirker ên dewleta Tirk rabin, em ê karibin zûtir van êrîşan bide rawestandin. Encex bi vî awayî û bi vê şêwazê em dikarin xwedî li şehîdan, doza azadiya gelê Kurdistanê û mirovahiya cîhanê derkevin, ji qirkeran û hevalbendên wan hesab bipirsin!”