KOMAW amadekariyê 8’emîn kongreya xwe ya awarte dike

Komeleya Malbatên Şehîdan (KOMAW) amadekariyên 8’emîn kongreya xwe ya awarte dike. KOMAW’ê ji bo kongreya ku wê di 31’ê Tebaxê de li bajarê Herne yê Elmanyayê bê lidarxistin, banga tevlîbûnê kir.

Komaleya Malbatên Şehîdan (KOMAW) wê 31’ê Tebaxê 8’emîn kongreya xwe ya awarte li dar bixe. Komaleyê di serî de bang li malbatên şehîdan û hemû gelê welatparêz kir ku tevlî kongreyê bibin.

KOMAW’ê diyar kir ku bi malbatên şehîdan re xwedîderketina li têkoşîn û fedekariya şehîdan erka wan ya bingehîne û got: “KOMAW ji roja avabûye heta niha bi vê hişmendiyê ruhê piştevanî û têkoşînê didomîne.”

KOMAW’ê destnîşan kir ku 8’emîn Kongreya Awarte bi hêza paşerojê re wê bibe nîşaneya biryardariya avakirinê.

KOMAW’ê bang li hemû welatparêzan û bi taybet malbatên şehîdan kir ku beşdarî vê kongreya xwedî wate bibin û bal kişand ser girîngiya kongreyê.

Navnîşana ku wê kongre lê bê lidarxistin:

Shiraz Eventhalle

Riemkerstrasse 108, 44652 Herne