Koma ji Dortmûndê: Li dijî dagirkerî, tecrîd û nokeriyê, em têkoşînê geş bikin

Çalakgerên Nobeda Azadiyê bang li gelê Kurd û dostan kirin ku li dijî tecrîd, dagirkerî û hevkariya bi dijmin re, têkoşînê mezin bikin.

'Nobeda Azadiyê' ku 25'ê Hezîrana 2012'an ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Ocalan hate destpêkirin, di hefteya 515'an de ye.

Çalakî di sala 10'an de li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê bi biryardarî dewam dike. Her hefte komek ji Kurdan û dostên wan ên li Ewropayê dibin nobedar. Nobedarên vê hefteyê jî endamên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li bajarê Dortmûnd ê Elmanhyayê ye.

Xelef Çelîk, Erdal Keskîn û Vedat Aydin di nava komê de cih digirin.

Xelef Çelîk bi navê komê daxuyanî da û anî ziman ku par jî di heman demê de ew tevlî Nobeda Azadiyê bûbûn.

Xelef Çelîk got, "Gelê Kurd ê ji 40 milyon kesî ji bo azadiya Rêber Apo ranabe ser piyan" û wiha dewam kir, "Lê belê Rêber Apo bi ked, têkoşîn û fikrên xwe li nava Sîstema Êşkenceyê ya Îmraliyê ji bo gelê xwe li ber xwe dide." Xelef Çelîk destnîşan kir ku ji bo Kurdan cihê rexneyê ye ku Ocalan hîn jî azad nebûye.

Xelef Çelîk got, "Siyaset, dîrok û zanistî di ruh û kesayetiya Rêbertî de hene" û anî ziman, ku Abdullah Ocalan bi fikir û îdeolojiya xwe rêbertiyê ji gelê xwe re dike. Xelef Çelîk got, "Lê belê em nikarin bi têrkerî bersivê bidin keda wî."

Xelef Çelîk bi bîr xist ku dewleta Tirk bi rengekî hovane li dijî gelê Kurd, cografya Kurdistanê û Gerîlayên Azadiyê yên Kurd şer dike û vî şerî jî bi hevkariya malbata Barzanî dimeşîne. Xelef Çelîk malbata Barzanî şermezar kir û got, "Hêvîdarim ku ev êriş wê tavilê bi dawî bibin."

Xelef Çelîk got, "Di wê baweriyê de me ku gelê Kurd wê bi lehengên xwe, bi pêşengên xwe û bi perspektîfên Rêber Apo bi ser bikeve" û diyar kir, Kurdên li Ewropayê amade ne ku ji bo lehengên xwe, ji bo pêşengên xwe çi ji dest tê bike.

Di dewama axaftina xwe de Xelef Çelîk got, "Weke Kurdên li Ewropayê divê em karibin têkoşîna mafdar a gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê ji gelên welatên ku em lê ne, vebêjin" û destnîşan kir ku sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê yên dewleta Tirk divê em karibin ji demokratên li Ewropayê re vebêjin.

Xelef Çelîk got, "Bi navê xwe û NCDK Dortmûndê dibêjim roj roja serketinê ye. Eger em îro li vê derê dengê xwe li hemberî êrişan bilind nekin, sibe dibe ku rewşeke xerabtir rû bide. Bimire xiyanet. Bijî Serok Apo."