Koma Creîl Nobeta Azadiyê dewr girt
Çalakiya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li bajarê Strasboûrg ê Fransayê di hefteya 574’an de berdewam dike. Koma ku ji Creîlê hatin, nobet dewr girtin.
Çalakiya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li bajarê Strasboûrg ê Fransayê di hefteya 574’an de berdewam dike. Koma ku ji Creîlê hatin, nobet dewr girtin.
“Nobeta Azadiyê” ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di 25’ê Hezîrana 2012’an de ji aliyê Însîyatîfa Azadî ji bo Abdullah Ocalan ve li bajarê Strasboûrg ê Fransayê hat destpêkirin, bêyî navber dewam dike.
Her hefte komek ji Kurdan û dostên wan ên li Ewropayê nobetê dewr digire. Di hefteya 574’an de koma ku ji bajarê Creîl a Fransayê hatin, nobetê dewr girtin. Mahmût Çelebî, Şafî Çelebî û Ganî Işik di nav komê de ne.
Li ser navê çalakgeran Mahmût Çelebî axivî û got: “Demek dirêj e em ji Rêberê xwe agahî nagirin. Em vê helwesta dij mirovahiyê ya dewleta Tirk, saziyên neteweyî û bi taybet CPT ku li hemberî vê helwestê rêgez û hiqûqa xwe binpê dikin, şermezar dikin. Cihê xemginiyê ye ku van dewletan nikarin fikarên gelê Kurd çareser bikin. Divê êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Rojava bên rawestandin. Ji bo me rêya yekane têkoşîn û yekîtiye. Ez banga têkoşînê li gelê Kurd dikim.”