Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) bi boneya 1'ê Gulanê Cejna Kedkar û Karkeran a Cîhanê daxuyaniyek nivîskî weşand. KNK’ê diyar kir ku kedkar û karkeran bi têkoşîna xwe ev roj kirîne cejna “Yekitî, têkoşîn û piştgiriyê“ û got: “ Em 1’ê Gulanê li hemû kedkar û karkerên Kurdistanê û cîhanê pîroz dikin.“
‘REJÎMÊN ZALIM TIMÎ 1’Ê GULANÊ QEDEXE KIRIN‘
KNK’ê anî ziman ku 1’ê Gulanê cejna hemû Kurdan û wiha got: “Gelê Kurd bi sedsalan e ji bo azadiyê û jiyanek bi rûmet têkoşînê dide. Di serî de em weke KNK 1’ê Gulanê li gerîlayên azadiyê ên ku bi canfedayî ji bo axa Kurdistanê tê dikoşin û pêşmergeyan pîroz dikin. Rejîmên zalim û zordar timî ev cejin ji bo gelan qedexe kirine. Gelek zorî û zehmetî derxistine pêşiya kedkar û karkeran. Lê belê gelan li hemberî zaliman serî netewandin û berxwedana xwe domandin.“
‘ÊRÎŞ LI HEMBERÎ DESKEFTIYÊN KURDAN E‘
KNK’ê bibîrxist ku gelên Kurdistanê 1’ê Gulanê dibin êrîşên dagikirinê de pêşwazî dike û ev tişt got: “Ev du heftiye dewleta Tirk a dagiker bi hemû derfet û hêza xwe êrîşê herêmên Zap û Avaşîn dike. Li van herêman şerê giran diqewimin. Gerîlayên azadiya Kurdistanê bi lehengî li ber xwe didin û derbeyên giran li dijmin dide. Ev êrîş ne tenê li hemberî Hêzên Parastina Gel (HPG) ne. Ev êrîş li hemberî hemû Kurdan û destkeftiyên Kurdan in. Li aliyê din jî êrîşên li ser Rojava û Şengalê jî berdewamin. Hikûmeta Iraqê bi şandina hêzê dixwaze îradeya gelê Şingalê bişkêne û Rêveberiya Xweser a Şengalê hilweşîne. Plan û projeyên dijmin li ser axa Kurdistanê mezin in û hemû deskeftiyên Kurdan di xeteriyê de ne.
Li hemberî van êrîşan divê hemû hêzên Kurdistanê li dengê xwe bilind bikin û li hemberî êrîşan rawestin. Bi vê boneyê em bang li hemû Kurdan dikin ku li hemberî êrîşên dagirkeriyê biherikin qadên 1’ê Gulanê û hêrsa xwe ya li hemberî dagirkeriyê em nîşan bidin.“