Kesên li Başûrê Kurdistanê hatin qetilkirin li Swîsreyê hatin bîranîn

Huseyîn Arasan, Şukru Bûlût, Rojnamevan Nagîhan Akarsel, Zekî Çelebî, Mamoste Şemal, Huseyîn Turelî û Ferhat Bariş Kondû yên li Başûrê Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk û hevkarên wê ve hatin qetilkirin, li Swîsreyê hatin bîranîn.

Kurdistaniyên li Başûrê Kurdistanê hatin qetilkirin, li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a li bajarê Zurîh ê Swîsreyê bi çalakiyeke hatin bîranîn.

 Çalakiya bîranînê ku ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Winterthûr û Zûrîhê ve hat organîzekirin, bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Hevseroka Navenda Civaka Kurd a Zurîhê Ayşe Dîcle di çalakiyê de axivî.

Ayşe Dîcle, anî ziman ku li pişt şehîdan axaftin ne hêsan e û got: “Em çi bibêjin ji, em ê di vegotina wan û têkoşîna wan de kêm bibînin. Dewlet her tim bi hemû hêza xwe hewl dide têkoşîna me tune bike. Hemû zext, sûîqest û komkujî wê ti carî me ji têkoşîna me asteng nekin. Şehîd namirin.”

Reşît Aras ê ku li Yewnanîstanê bi Huseyîn Arasan re maye ku hefteya borî li Silêmaniyê hat qetilkirin, bîranîna xwe ya bi Arasan re vegot. Aras got: “Min Heval Huseyîn li kampa Lavrîon a Yewnanîstanê nas kir. Hevalekî pir fedakar bû. Di her qada jiyana xwe de têdikoşiya. Gelek bîranînên me bi wî re çêbûn. Gotin ji vegotina wî re têre nake.”

Di çalakiyê de sînevîzyona ku ji bo şehîdan hatibû amadekirin, hat temaşekirin. Çalakî bi dirûşmeya “Şehîd namirin” bi dawî bû.