Kendal Cûdî, Jiyan Bîlge û Dijwar Şervan li Marsîlyayê hatin bîranîn

Dijwar Şervan, Kendal Cûdî û Jiyan Bîlge ku li Metînayê di şerê dijî dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn, li bajarê Marsîlya yê Fransayê hatin bîranîn.

Dijwar Şervan 2'ê Cotmeha 2023'an, Kendal Cûdî 28'ê Mijdara 2023'an û Jiyan Bîlge (Ernesto Che Gûevara) di 3'ê Kanûna 2023'an de li Metînayê şehîd bûn.

Civîna bîranînê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Marsîlyayê pêk hat. Piştî deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna şehîdan, sersaxî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tevahiya gelê Kurd re hate xwestin. Hate diyarkirin ku li ser xeta şehîdan wê têkoşînê dewam bikin.

Çalakiya bîranînê bi qîrîna dirûşmên "Şehîd Namirin" û "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.