Kenan Ayaz wê 8’ê Îlonê vegere Qibrisê

Siyasetmedarê Kurd Kenan Ayaz piştî çar salên cezayê hepsê yê bi hinceta endamtiya PKK’ê li bajarê Hamburg ê Elmanyayê wê hefteya pêşiya me vegere Qibrisê. Ayaz wê dosyayê ji DMME’yê re bîşîne.

Li gorî agahiyên ku parêzerê wî dane ANF’ê, Kenan Ayaz wê di 8’ê Îlonê de bigihîje bajarê Larnaka yê Qibrisê.

Ayaz, ji sala 2013’yan ve ye li Qibrisê weke penaberekî siyasî yê navdar li Qibrisê dima. Di Adara 2023’yan de li ser daxwaza rayedarên Elman li bajarê Larnakayê hate binçavkirin û di meha Hezîranê de ew radestî Elmanyayê kirin.

Cezayê hepsê yê li Elmanyayê bes xwe dispêre sûcdariya endamtiya PKK’ê û Ayaz bi sûcekî din nehate tawanbarkirin.

Parêzerên Kenan Ayaz diyar dikin ku biryar ji ber sedemên siyasî hatiye dayîn û li gorî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê mafên wî hatine binpêkirin.

Dema ku Ayaz vedigere Qibrisê jî wê ji aliyê rayedarên Qibrisê ve li gorî yasayên Qibrisê biryar were dayîn ku wê Ayaz çi qasî were rehîngirtin. Parêzerên wî diyar kirin ku ew di wê baweriyê de ye ku rayedarên Qibrisê wê wî di zûtirîn dem de serbest berdin.

Parêzerê ji Berlînê yê bi navê Antonia von der Behrens û parêzerê wî yê ji Lefkoşayê Efstathios C. Efstathiou daxuyaniyek dan û gotin: ‘’Kenan Ayaz pir kêfxweş e ku wê vegere Qibrisê û were li ba kesên ku piştgiriyê didin wî. Hamburg wê biryara xwe cuda bigire û Ayaz wê serî li DMME’yê bide.’’ dan.