Kedkarê Enstîtuya Kurdî Kokler jiyana xwe ji dest da
Kedkarê Enstîtuya Kurdî ya Elmanyayê Mulazîm Kokler li Berlînê jiyana xwe ji dest da.
Kedkarê Enstîtuya Kurdî ya Elmanyayê Mulazîm Kokler li Berlînê jiyana xwe ji dest da.
Kedkarê Enstîtuya Kurdî ya Elmanyayê Mulazîm Kokler ê bi salan li ser zimanê Kurdî xebat meşand, di 13’yê Çileyê de li Berlînê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Kokler bi merasîmek girseyî ji Berlînê ber bi warê wî Milazgirê ve hat oxirkirin.
Kedkarê Enstîtuya Kurdî ya Elmanyayê Mulazîm Kokler di sala 1980’an de li Milazgirê ji mamostetiyê hate dûrxistin. Hat binçavkirin, îşkencekirin û demek dirêj dîl hat girtin. Piştî îşkence, binçavkirin û girtinên ku lê hat kirin, neçar ma ji Stenbolê koçî Ewropayê bike. Kokler li vir xebatên xwe yên siyasî û rewşenbîrî berdewam kir û bi salan li Enstîtuya Kurdî ya Elmanyayê li ser zimanê Kurdî xebitî.
Ji bo Kokler li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Berlînê merasîma bi rê kirinê hat lidarxistin. Malbat û hevalên wî tevlî merasîmê bûn. Piştî nimêja cenaze, li ser jiyana Kokler axaftin hatin kirin.
Li ser navê Enstîtuya Kurdî ya Elmenyayê Cemal Xînsor axivî û û got: “Mamoste Mulazîm ku me bi salan bi wî re xebatên enstîtuyê meşandin, rewşenbîr, zana û şervan bû.”
Li ser navê Meclîsa Azad a Kurdistan (Nav Berlîn) Huseyîn Yilmaz jî axivî û wiha got: “Di 50’î salên têkoşînê de me li çar parçeyên Kurdistanê bi hezaran şehîd dan. Kurê mamoste û ewladê Kurdistanê divê têkoşînê de şehîd bibû. Em jî bejna xwe li ber têkoşîna wan ditewînin û em ê timî şopdarên rêya wan bin. Mamoste li Mûş û Serhedê weke Mamosteyê Kominîst dihat naskirin. Xwedî wijdan û exlaq bû. Hem bavê şehîdan hem jî bavê girtiyan bû. Em ê têkoşîna wî ji cihê maye bidomînin.”
Piştî merasîmê cenazeye Kokler ber bi Mûşê ve hat şandin. Cenazeyê Kokler wê li navçeya Milazgirê were veşartin.