KCDK-E’yê şehîdên Komkujiyên Parîsê bi bîr anî û ji bo çalakiyan bang kir

KCDK-E'yê şehîdên komkujiyên Parîsê bi bîr anî û ji bo meşên şermezarkirinê banga seferberiyê kir.

Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) ji ber salvegera komkujiyên li Parîsê daxuyaniyek da.

KCDK-E’yê Evîn Goyî, Abdurrahman Kizil û Mîr Perwer ên 23'ê Kanûna 2022'an li Parîsê hatin qetilklirin, bi bîr anî.

BERPIRSYARÊ KOMKUJIYÊ, DEWLETA TIRK A FAŞÎST E

KCDK-E’yê bal kişand ser her du Komkujiyên Parîsê û wiha got: "Ji ber ku qetlîama Parîsê ya 9’ê Çileyê ya 10 sal berê nehate ronîkirin, komkujiya duyemîn a Parîsê di 23'ê Kanûna 2022'an de pêk hat. Her du komkujî jî ji aliyê dewleta Tirk a faşîst ve hate kirin ku haya hêzên kûr ên Elmanya û Fransayê jê hebû. Eger van çeteyên kujer, şebekeyên îstîxbaratê û yekîneyên îstîxbaratê yên welatên li Ewropayê ev xeterî li ber çavan bigirtana, dibe ku qetlîama Parîsê ya 9’ê Çileya 2013’an pêk nehata. Eger şebekeyên qetlîamker beriya niha bihatana eşkerekirin, wê Sakîne Cansiz, Leyla Şaylamaz û Fîdan Dogan rastî vê komkujiya hovane nehatibûna. Eger ku kiryar û berpirsyarên komkujiya Parîsê ya 9’ê Çileya 2013’an eşkere bibûna û ronî bibûna, qetlîama duyemîn a Parîsê di 23’ê Kanûna 2023’an de pêk nedihat. Her du komkujî jî bi agahiya hêzên kûr ên Elmanya û Fransayê ji aliyê hêzên kujerên Tirk ve hatin kirin. Herdu komkujiyên  Parîsê di bin şert, merc û agahiyên ku dewleta kûr a Fransayê pê dizane de pêk hatin. Kurd ji bo berjewendiyên polîtîk, aborî û siyasî bûne qurbanî. Awayê ku dozger, siyasetmedar û karbidestên dewletê bi sê meymûnan dilîzin, bi awayekî eşkere hevkariyê nîşan dide. Parîs û gelê Kurd du qetlîamên ku dosyayên wan bi şaşitiya “sira dewletê” ji nedîtî ve hatin û edalet pêk nehat. Komkujiya Parîsê ya duyemîn ceribandinek skandal bû ku Ewropa û dewleta Fransa di ceribandina demokrasî û edaletê de têk çûn."

JI BO MEŞÊN PROTESTOYÎ BANGA TEVLÎBÛNÊ HATE KIRIN

KCDK-E’yê ji bo tevlîbûna meş û çalakiyên şermezarkirina komkujiyan bang li Kurdistaniyên li Ewropayê û dostên wan kir.

KCDK-E’yê daxuyaniya xwe bi van gotinan bi dawî kir: ‘’Mirovahî, dîrok û gelê Kurd wê van komkujiyên qirêj, yên ku ev cînayet kirine, yên ku bêdeng mane, yên temaşe kirine efû nekin. Wê wijdanê mirovatî û edalet bi ser bikeve û têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd wê weke ku divê, bi derxistina bersûcên sereke wê dawî li vê komkujiya îxanet bê. Bi vê salvegera komkujiyê em weke KCDK-E ji bo meşa mezin a protestoyî ya ku wê di 23’ê Kanûnê de li Parîsê bê lidarxistin û li Ewropa, Awûstralya û Kanadayê (Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê) bi pêşengiya TJK-E bizavî û çalakiyên ku wê bên lidarxistin, seferber bibin. TJK-E, ji bo qetlîamê şermezar bikin û heta ku edalet pêk bê bi biryardarî vê helwesta xwe nîşan bidin. Em bang li we dikin ku bi bîryardarî beşdarî çalakiyan bibin. Heta adelet pêk neyê em ê çalakiyan berdewam bikin."