KCDK-E’yê qurbaniyên komkujiyên Mereş û Roboskiyê bi bîr anî
KCDK-E’yê komkujiyên Mereş û Roboskiyê şermezar kir û banga tevlîbûnê li çalakiyên protestokirina êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk kir.
KCDK-E’yê komkujiyên Mereş û Roboskiyê şermezar kir û banga tevlîbûnê li çalakiyên protestokirina êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk kir.
Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) bi boneya salvegera komkujiyên Mereş û Roboskiyê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
“Komkujiya Mereşê hovîtiye ku ji aliyê dewleta Tirk ve li dijî Kurdên Elewî pêk hat. Ev hovîtiya ku ji bîra me naçe, weke lekeyek reş a dewleta Tirk derbasî dîrokê bû.
Li gorî daneyên fermî, di 24’ê Kanûna 1978’an de li Mereşê di komkujiya ku ji aliyê dewletê ve li dijî Kurdên Elewî pêk hat de, 120 kes hatin qetilkirin. Kujerên Komkujiya Mereşê nehatin darizandin, weke Komkujiya Madimakê hatin xelatkirin. Kujerên ku Elewî qetil kirin bi destê dewletê ketin meclîsê.
Zîhniyeta ku Komkujiya Mereşê pêk anî, polîtîkayên tekparêz û nîjadperest a dewleta Tirk e ku 100 sal in didome. Bi destê faşîzma AKP-MHP’ê, li hemberî hemû kesên ne Tirk-Îslam, li hemberî Kurdan, civaka Elewî û hemû bawerî û nasnameyan tê meşandin.
Komkujiyeke din ku di dîroka dewleta Tirk a qirker de cih digire, di 28’ê Kanûna 2011’an de pêk hat. Balafirên şer ên Tirk bi fermana dîktator Erdogan 34 Kurdên sivîl ku piraniya wan ji zarokan pêk te, bi plan qetil kir. Komkujiyeke wisa eşkere bû ku fermandarê kujer piştî qetlîamê ji aliyê dîktator Erdogan ve hat xelatkirin.
Komkujiya Roboskî, weke komkujiyeke li dijî Kurdan ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatî plankirin, ket dîrokê.
12 sal li ser komkujiyê re derbas bû ku 34 Kurd ku 19 ji wan zarok bûn, hatin qetilkirin. 12 sal in berpirsên komkujiyê nehatin darezandin. Tevî ku her tişt eşkere ye, yên ku ferman dan nehatin darizandin û komkujî hate nixumandin.
Ne di wîjdanê mirovatiyê de û ne jî di dîrokê de demborîna tu komkujiyê divê nebe. Heta ku Mereş û Roboskî û bi dehan komkujiyên din ên bixwîn ronî nebin, demokrasî pêk nayê.
Komkujîyên li ser girtiyên siyasî jî zêde dibin. Li zindanên Tirkiyeyê li pey hev cenazeyên girtiyên siyasî derdikevin. Li girtîgeha Îmraliyê tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo didome. Li zindanên Tirkiyeyê zext, zilm û êşkenceyên li ser girtiyan bênavber dewam dike. Dewleta Tirk a faşîst û desthilatdariya AKP-MHP’ê zextên li ser girtiyên siyasî kûrtir dike.
Em KCDK-E Komkujiya Mereş û Roboskiyê şermezar dikin û kesên ku şehîd bûne bi rêzdarî bi bîr tînin. Em bang li her kesê dikin ji bo bidawîkirina sîstema êşkenceya Îmraliyê û pêkanînên dijmirovahî yên li hemû zindanan erk bigirin.
Em bang li gelê xwe û dostên xwe dikin ku li hemberî polîtîkayên êrîşa topyekûn a faşîsta AKP-MHP’ê têkoşîn û berxwedana xwe mezin bikin û bi awayekî çalak beşdarî çalakiyên protestoyî bibin.”