KCDK-E'yê li dijî êrîşên dagirkeriyê banga lezgîn
KCDK-E'yê got, "Dewleta Tirk a ku di şer û komkujiyê de israr dike, li Rojava sivîlan qetil dike" û bang li gel kir ku li her devera ku lê ye bi lez bikeve nava liv û tevgerê.
KCDK-E'yê got, "Dewleta Tirk a ku di şer û komkujiyê de israr dike, li Rojava sivîlan qetil dike" û bang li gel kir ku li her devera ku lê ye bi lez bikeve nava liv û tevgerê.
Kongreya Civakên Demokratîk ên Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) daxuyaniyek weşand û got, "Artêşa Tirk a dest bi xwîn ku li hemberî gerîlayên azadiyê yên Kurd windahiyên giran da û ji bo windahiyên xwe ji raya giştî veşêre serî li rêbazên terorê dide, êrîşî Rojava dike. Dewleta Tirk a dagirker bi taybetî li Qamişloyê êrîşên xwe yên li ser Rojava giran kiriye."
'ÊRÎŞÊN QADÊN SIVÎL DIKE'
Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir:
"Van êrîşên ku bi taybetî li qadên sivîlan dike, beriya hilbijartinê dixwaze ji bo mezinkirina nijadperestiyê û wergirtina dengan bi kar bîne.
Dewleta Tirk ku di dîroka xwe ya 100 salî de zext, komkujî, asîmîlasyon û qirkirinê li gelan dike, hebûna xwe li ser vê yekê ava kiriye. Ji bo têkoşîna rewa û mafdar a gelê Kurd bi xwînê û terorê bitepisîne her tişt kiriye û hîn jî dike.
Erdogan ê dest bi xwîn û tifaqa AKP-MHP'ê ya faşîst leşkerên xwe yên ji bo pereyan şer dike ber bi cografya Kurdistanê ve dehf da, piştre jî rondikên derewîn barand û dixwaze raya giştî ya Tirkiyeyê ji bo polîtîkayên nijadperestî û dij bi Kurd bi kar bîne.
Artêşa Tirk a dagirker ku windahiyên giran da, êrîşî qadên sivîl dike.
Artêşa Tirk a dagirker ku li Başûr û Rojava li hemberî gerîlayên têkoşîneke mafdar û rewa dimeşînin windahiyên giran dide, ji bo karibe vê têkçûna xwe veşêre êrîşên li ser Rojava giran dike û bombeyan li qadên sivîl dibarîne.
Navenda çandiniyê, depoyên tov û genim bi balafirên bêmirov ên bombebarkirî têne bombekirin.
Li dijî van êrîşên komkujiyê em weke KCDK-E bang li gelê xwe dikin ku li her deverê bi rengekî lezgîn bikeve nava liv û tevgerê, êrîşan şermezar bike û terora dewleta Tirk li nava raya giştî teşhîr bike."