KCDK-E'yê ji bo meşên li dijî xiyanetê û êrişên dagirkeriyê banga tevlîbûnê kir

KCDK-E'yê bang li gelê Kurdistanê û rewşenbîran kir ku 9'ê Nîsanê beşdarî meşên li welatên Ewropayê, Kanada û Awûstralyayê bibin û li ber êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û PDK'ê rabin.

KCDK-E ji bo rabûna li ber pîlanên şerê qirêj ê dewleta Tirk ku bi PDK'ê re dixe meriyetê, 9'ê Nîsanê li welatên Ewropayê, Kanada û Awûstralyayê meş û çalakiyan lidar dixe.

Hevserokatiya KCDK-E'yê bi sernavê "Ji bo parastina paşeroj û nirxên gelê Kurdistanê em li dijî êrişên dagirker û nokeran berxwedanê mezin bikin" daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de li dijî faşîzma dewleta Tirk û hevkariya PDK'ê, ji bo meş û çalakiyan banga tevlîbûnê hate kirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Dewleta Tirk a mêtinger bi plana têkbirinê êrişî destketiyên gelê Kurdistanê û nirxan kir û xwest bi dagirkerî û komkujiyan encamê bi dest bixe. Di encama têkoşîna şervanên azadiyê û gelê Kurd de ev plan hate têkbirin. Plana tasfiyekirinê û têkbirinê ya dewleta Tirk hate têkbirin.

Bi Newroza dawî re li çar parçeyan û derveyî welat gelê Kurdistanê îradeya xwe ragihand û nîşan da ku li dijî êrişên dagirkerî û mêtingeriyê bi ruhê yekîtiya neteweyî wê serî netewîne û berxwedanê mezin bike."

JI BO PARASTINA PAŞEROJA GELÊ KURDISTANÊ

KCDK-E'yê diyar kir ku gerîla li Herêmên Parastinê yên Medyayê ji bo rûmeta gelê Kurdistanê têdikoşe û got, "Bi PDK'ê re li dijî gerîla plana êrişê tê kirin. Ev êriş li dijî nirx û tevahiya gelê Kurdistanê têne kirin. Her Kurdistanî yên dilsozê xak, nirx û gelê xwe ye, divê rabûna li ber van polîtîkayên qirêj ji xwe re weke wezîfeyeke neteweyî bibîne û têkoşînê geş bike."

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Roj ew roj e ku bi ruhê yekîtiya neteweyî li hemû parçeyên Kurdistanê destketiyên gel biparêzin, paşerojê biparêzin û ji bo vê jî li dijî dagirkerî, polîtîkayên komkujî û êrişan ên dewleta Tirk berxwedanê geş bikin."

KCDK-E'yê di dawiya daxuyaniyê de ev bang li gelê Kurd û rewşenbîran kir; "Li dijî êrişên ku dewleta Tirk a mêtinger bi hevkariya PDK'ê bike, berjewendî û paşeroja gelê Kurdistanê di ser her tiştî re bihêlin, ji bo pûçkirina van polîtîkayên qirêj li her derê dengê xwe bilind bikin, beşdarî meşên 9'ê Nîsanê yên li hemû welatên Ewropayê, Kanada û Awûstralyayê bibin."