KCDK-E’yê ji bo gelê ku herikî Parîsê, peyama spasiyê weşand

KCDK-E’yê wiha got: “Em Kurdistanî û dostên wan ên ku 6’ê Çileyê ji welatên cuda yên Ewropayê berê xwe dan Parîsê, ji ber vê sekna wan pîroz dikin. Em bang dikin ku heta edalet pêk tê, vê sekna xwe ya bi biryar bidomînin.”

Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên Li Ewropa (KCDK-E) diyar kir ku bi deh hezaran kes tevlî meşa girseyî ya ku roja Şemiya borî li Parîsê hate lidarxistin, bûn û rûyê qirker ê dewleta Tirk teşhîr kirin. KCDK-E’yê Kurdistanî û dostên wan ji ber vê seknê wan pîroz kir. Peyama KCDK-E’yê bi vî rengî ye:

“Di komkujiya ku weke dewama komploya navneteweyî 9’ê Çileya 2013’an li Parîsê pêk hat de, Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn), Leyla Şaylemez û 23’yê Kanûna 2022’yan li Parîsê Evîn Goyî, Abdûrrahman Kizil û Mîr Perwer bi nemerdane hatin qetilkirin.

Di asta yekemîn de dewleta Fransayê ji her du komkujiyên li Parîsê pêk hatine, berpirsyar e. Dewleta Fransayê çawa ku komkujiya Parîsê ya yekemîn eşkere nekir, piştî mirina bi guman a kujer bi rêya tunekirina îspatan xwestiye vê komkujiya hov jî binixumîne. Bi vî rengî pêşiya komkujiya ku 23’yê Kanûna 2022’yan li Parîsê pêk hatî, hate vekirin.

HESABÊ KU DIVÊ DEWLETA FRANSAYÊ BIDE, DIYAR E

Bi vê wesîleyê em car din banga ronîkirina her du komkujiyên li Parîsê pêk hatin, li dewleta Fransa dikin. Em banga ronîkirina her du komkujiyan jî dikin ku weke lekeyeke reş li ser dewleta Fransa ye.

Ev komkujiyane yên ku demokrasî, mafên mirovan û jinê hedef digirin, di serî de dewleta Fransa şerma hemû welatên Ewropa ye. Ev helwesta ku xizmetê ji qirkirina li ser gelê Kurd tê meşandin re dike, weke lekeyek reş derbasî dîroka mirovahiyê bûye û helbet wê hesabê wê were pirsîn.

Her du komkujiyên li Parîsê pêk hatine, di şexsê Kurdan de nirxên mirovahiyê û jinan hedef girtiye. Lewma hesab û berpirsyariyek li holê ye ku divê hikûmeta Fransayê li beramber hiqûqa gerdûnî û mafên mirovan bide.

BI DEH HEZARAN KESAN DAXWAZA EDALETÊ KIRIN

Kurdistanî û dostên wan ên ku bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) hatin ba hev, ji her devera Ewropayê seferber bûn û Sara, Rojbîn, Ronahî, Evîn Goyî, Abdûrrahman Kizil û Mîr Perwer ên li Parîsê şehîd bûn, bi bîr anîn.

Bi deh hezaran kes tevlî meşa girseyî ya ku 6’ê Çileya 2024’an li Parîsê hat lidarxistin, bûn û li dijî rûyê qirker ê dewleta Tirk qêr kirin. Gelê me û dostên me li dijî komkujiyê nerazîbûna xwe ya demokratîk nîşan dan. Ji bo ku mafên mirovan a gerdûnî û edaleta ku 11 sal in nehatiye pêkanîn pêk were, daxwazên xwe anîn ziman.

Kurdan û dostên wan nerazîbûn nîşan da ku dewleta Fransayê hîna komkujî ronî nekiriye û daxwaz kirin ku demildest edalet û heqîqet pêk were. Bi deh hezaran kesan ku rewşenbîr, akademîsyen, hunermend, sazî û partiyên polîtîk di nav de bûn, bi biryardarî diyar kirin ku heta edalet pêk tê ew ê têkoşîna xwe bidomînin.

Em Kurdistanî û dostên wan ên ku 6’ê Çileyê danê siharê ji welatên cuda yên Ewropayê berê xwe dan Parîsê, ji ber vê sekna wan a bi rûmet a ji bo şehîdên Parîsê Sara, Rojbîn, Ronahî, Evîn Goyî, Abdûrrahman Kizil û Mîr Perwer nîşan dane, spasiya wan dikin. Em bang dikin ku heta edalet pêk tê, vê sekna xwe ya bi biryar bidomînin.”