KCDK-E’yê ji bo Şengalê banga çalakiyan kir

Hevserokên KCDK-E’yê bang li hemû Kurdan kir ku li dijî êrişên dagirker ên li ser Şengalê bila dakevin qadan.

Hevserokên KCDK-E’yê derbarê êrişên li ser Şengalê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got “Artêşa Iraqê ya dagirker êrişî benda Asayîşa Êzidxanê û hêzên YBŞ’ê dike. Divê em xwedî li Şengalê derkevin.

Li ser daxwaza dewleta Tirk artêşa Iraqê bi çekên giran û tankan êrişî Şengalê dike û bûye şirîkê polîtîkayên qirkirina gelê Kurd. Dagirkeriya li ser Şengalê nîşanî me dide ku êrişên dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya îxaneta PDK’ê tê kirin.

Hemû cihên pîroz, îbadetxane, nexweşxane, dibistan û hemû warên sivîla din bin xetereyeke mezin de ye. Bi armanca li ser Êzidiyan fermaneke din bidin jiyîn êrişan dikin.

Bêdengiya hêzên navneteweyî tê wateya ku ew jî şirîkê vê qetlîamê ne. A niha hiqûqa navneteweyî hatiye binpêkirin.

Mesrûr Barzanî di 27’ê Cotmeha 2021’an de bang li rêveberiya Iraqê kiribû û ji bo ku artêşa Iraqê têkeve Şengalê bang kiribû. Vê bangê gef anî vê astê.

Artêşa Iraqê ya ku ji ber DAÎŞ’ê reviyabû û malbata Barzanî ya îxanetkar bûne belaya serê gelê Şengalê. Ji bo pêşîlêgirtina qetlîama li ser Êzidxanê divê gelê me li her derê dakevin qadan.

Em bang li hemû mirovayetiyê û gelê xwe dikin ku xwedî li Şengalê derkevin. Li hemberî qirkirina Êzidiyan em li her derê berxwedanê geş bikin û xwedî li Şengalê derkevin.”